Ji çeperên berxwedanê bang: Berê xwe bidin Kobanê
Ji çeperên berxwedanê bang: Berê xwe bidin Kobanê
Ji çeperên berxwedanê bang: Berê xwe bidin Kobanê
Li eniya başûrrojava şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedanê bersivê didin êrîşên DAIŞ'ê û wan ji herêmê derdixînin. Şervana YPJ'ê Viyan Avareş a li Kobanê bi du xwişkên xwe re li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê şer dike got, "Rewşa Kobanê wê baş bibe. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê dest ji Kobanê bernedin. Serketin wê ya me be." Şervanê YPG'ê Zinar Kobanê jî ji çepera berxwedanê bang li hemsaliyên xwe kir û got, "Dest ji xaka xwe bernedin. Berê xwe bidin Kobanê."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 66. de dewam dikin. Li dijî êrîşên DAIŞ'ê jî, şervanên YPG û YPJ'ê li her sê eniyan li ber xwe didin. Di pevçûnên li eniyên rojhilat, başûr û rojava de, şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin û wan ji herêmê derdixînin. Yek ji eniyên ku lê şer giran e, eniya başûrrojava ye. Li vê eniyê bi şev pevçûnên dijwar diqewimin, bi roj jî bi rêbaza sûîkastê pevçûn bê navber dewam dike. Li vê eniyê, mîna li eniyên din moralê şervanên YPG/YPJ'ê xurt û bilind e. Ji bo armanca û sozên hevalên xwe yên winda kirine bicih bînin li ber xwe didin û destnîşan dikin ku heta çeteyên DAIŞ'ê ji bajêr derxînin, ew ê berxwedana xwe dewam bikin.
'NEKARÎ TIŞTEKÎ BI DEST BIXIN'
Yek ji şervanên YPJ'ê yên li vê eniyê li dijî DAIŞ'ê têdikoş e Viyan Avareş e. Viyan Avareş li eniya başûrrojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş e, du xwişkên wê jî li eniyên cuda di nava berxwedanê de ne. Bavê wê jî, hem jî pêwîstiyên zarokan hem jî yên hevalan çareser bike, li eniya paş di lojîstîkê de dixebite. Viyan Avareş bibîr xist ku şerê li Kobanê du meh li dû xwe hişt û got, "Her çend çeteyan xwestin me bişkînin jî nikarîbûn. Niha şer dewam dike û bi awayê giştî ve dikarim bêjim ku baş derbas dibe. Em bi moreleke mezin şer dikin. Pevçûn gelek caran bi şev û roj dewam dikin. Em gelek caran bi tililî û çepikan çûn şer. YPG û YPJ mil bi mil şer dikin. Tevî ku gelekî xwestin Kobanê bi dest bixin, tiştek bi dest nexistin."
'MALEK BI TENÊ JÎ BIMÎNE EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Viyan Avareş got, "Li Kobanê berxwedaneke mezin hat nîşandan. Li vir ji sala 2011'an û vir ve şer heye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em li aliyê Til Ebyadê bûn. Bi tankan êrîşî me kirin, di destê me de jî bi tenê kalaşnîkov a me hebû. Bi bi kalaşnîkovê berfi didan wan. Rewşa Kobanê wê baş bibe. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê dest ji Kobanê bernedin. Di destê me de malek bi tenê jî bimîne, em ê li wir li ber xwe bidin. Û serketin a me ye."
BAVÊ WAN HER SÊ XWIŞK ANÎ Û BI 'XWESTINA SERKETINÊ' RADESTÎ YPJ'Ê KIR
Viyan Avareş da zanîn ku berî tevlî YPJ'ê bibe hin hevalên wê jiyana xwe ji dest dane û tevlîbûna xwe bi van hevokan anî ziman: "Ez gelekî li ber wan diketim. Bavê min rojekê hat ji min re got, 'keça min eger tu dixwazî tevlî bibe, tevlî bibe'. Wê tabûra me bi keleşan li dijî tankan li ber xwe da û hin jê şehîd ketin. Min jî êdî nekarîbû xwe lê rabigtirim. Dema wan jî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin, min nema dikarîbû li malê rûniştî bimam. Bavê min hat ji me re got, 'Rûniştina li malê êdî nabe' û li ser vê yekê ez tevlî bûm. Bavê min destê me hersêyan girt û anîn teslîmî hevalan kir. Serketin ji me xwest."
'PIŞTÎ EWÇEND BERDÊLAN EM Ê TI CARÎ DEST JI VIR BERNEDIN''
Viyana Avareş diyar kir ku li eniya başûrrojhilat bi giranî şervanên jin şer dikin û got, "Dema em êrîş dikin dijmin ji me ditirse. Ji tilîliyên me ditirsin. Piştî ku me ewçend berdêl dan, em ê ti carî ji vir ji wan re nehêlin. Bila gele me yê koçî Bakur kiriye vegere û destekê bide YPG/YPJ'ê. Em di çeperan de bi hev re li ber xwe bidin. Serketin wê ya me be."
'BERÊ XWE BIDIN KOBANÊ'
Zinar Kobanê yê li gel Viyan Avareş di eniya başûrrojava de şer dike, anî ziman ku rewşa li eniyê baş e. Zinar Kobanê got, "Êrîş kirin, lê tiştek bi dest nexistin. Ji bo bidestxistina Kobanê çiqasî êrîş kirin ewqasî jî rastî berxwedanê hatin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin." Zinar Kobanê bang li hemsaliyên xwe yên neçar man koçî Iraq û Tirkiyeyê bikin kir û got, "Dest ji xaka xwe bernedin. Berê xwe bidin Kobanê."