Ji bo zarokê ku tecawîzkarê xwe kuşt 11 sal ceza

Ji bo zarokê ku tecawîzkarê xwe kuşt 11 sal ceza

Kesê bi navê  B.Ç yê 18 salî ku tecawîzkarê xwe yê 54 salî Cemîl Bozkurt yê ku hat îdiakirin 8 salan tecawîzê wê dikir kuşt, rastî 11 sal cezayê girtîgehê hat.

Darizandina B. Ç yê ku Cemîl Bozkurtê ku 8 salan tecawîzê wî kir, kuşt temam bû.

Di meha çile de li navçeya Osmangazî ya taxa Demîrtaşpaşa bûyer pêk hat.  Cemîl Bozkurtê ku ajokariya tirê dikir, ji aliyê kurê hevalê xwe B.Ç yê ku sîparîşên wê yên lehmacunê dianî, hat kuştin.  Cîranên wan li ser qirîna wan hatin cihê bûyerê. Cîranan gazî ambulansê kirin û di rê de mir.  B.Ç yê ku reviyan jî teslîmê polîsan bû.  B.Ç yê derxistin dadgehê girtin.

8 SAL BÛ TECAWIZ DIKIR

Piştî lêpirsîna hat destpêkirin de der barê B.Ç de li Dadgeha Cezaya Giran a yekemîn ya Bursayê bi sûcê ku ‘ji qestî mêr kuştiye’ bi daxwaza muebetê doz hat vekirin.  B.Ç yê ku destpêkê derket pêşberî dozger diyar ki rku ev 8 sal bû Cemîl Bozkurt bi tehdîtê tecawîzê wî kir û got roja bûyerê dîsa xwestiye bi wî rebikeve têkiliyê. B.Ç di dawiya gotina xwe de wiha got: “Zarokên we hemûyan hene, xwişk û birayên we  hemûyan hene. Min jî wek zarokekî xwe, wek xizmekî xwe bibînin.  Gelo tiştekî wisa bihata serê wan we dê çi bikira.  Ez jî dê wê biryarê bidim, ez razî me. Ez bi edeleta we bawerim.”

11 SAL Û 8 MEH CEZA

Heyeta dadgehê destpêkê cezayê muebetê da B.Ç. lê piştre ji ber ku B.Ç di bin bandora fîla neheq ya kesê mirî de maye, ev sûc pêk aniye daxistin 14 salan. Heyeta dadgehê rewşa wî ya baş a di danişînan de jî li ber çavan gir ku daxist 11 sal û 8 mehan.

Parêzerê B.Ç Nalan Soysal  got hêj darizandin bi dawî nebûye.  Em dê vê biryara dadgehê li Dadgeha bilind temyîz bikin.