Ji bo xwedîderketina têkoşîna kurê xwe hat sînor

Ji bo xwedîderketina têkoşîna kurê xwe hat sînor

Abdulkadîr Guven bavê Lîderê Koma Trabzonspor a Şoreşger Vahap Guven (Îbrahîm Guven), ê di şer û pevçûnên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ji bo xwedî li têkoşîna kurê xwe derkeve hatiye vir û wiha got: “Kurê min ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe da. Her kesê ji xwe re dibêje ez demokrat im divê li dora berxwedana Kobanê bibe xelek."

Lîderê Koma Trabzonpor a Şoreşger Vahap Guven ji Mêrdinê bû û bi gotina ‘Berxwedana li Kobanê ne tenê berxwedana gelê Kurd e ya hemû mirovahiyê ye’ tevlî YPG’ê bû û jiyana xwe ji dest da. Bavê Guven niha ji bo piştevaniya têkoşîna kurê xwe li xeta sînor e. Abdulkadîr Guven ku li navçeya Bandirma ya Balikesîrê bi sewalkariyê re mijûl dibe, diyar kir ku piştî kurê wî şehîd ketiye sewal firotin û tevlî berxwedanê bûye. Guven diyar kir ku heta Kobanê qezenc neke wê li qadên berxwedanê be û ew bi pratîka kurê xwe serbilind e.

KURÊ MIN JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ TÊKOŞIYA

Guven diyar kir ku kurê wî ji ber zilma li ser gelê Kurd tevlî YPG’ê bûye û kurê wî di şexsê gelê Kurd de ji bo hemû mirovahiyê di berxwedana Kobanê de cih girtiye. Guven da zanîn ku têkoşîna kurê wî ew serbilind kiriye û wiha got: “Ez ji bo xwedî  derketina têkoşîna wî hatim vir. Ez kurê xwe bi ken tînim bîra xwe. Bila jêre oxir be. Bila serê gelê Kurd sax be. Her kesê ji xwe re dibêje ez demokrat im divê bê tevlî berxwedanê bibe.”