'Ji bo xatirê av û çiyayên me; NA'
Dildarê karê ekolojîk ê Mûglayê Alî Riza Ozer, ji bo pêşîgirtina li talankirina xwezaya li Mûgla û derdora wê, banga dayîna dengê 'NA' kir.
Dildarê karê ekolojîk ê Mûglayê Alî Riza Ozer, ji bo pêşîgirtina li talankirina xwezaya li Mûgla û derdora wê, banga dayîna dengê 'NA' kir.
Alî Riza Ozer, wextekê endamê Desteya Navendî ya KESK'ê û Serokê Şaxê Hejmara 1. a Îzmîrê ya Egîtîm-Senê bû. Ozer anî ziman, ku ew kedkarekî têkoşîna Egîtîm-Sen û KESK'ê ye û got, "Ji bo xwe, zarokên xwe û welatiyên li welêt, tevlî têkoşînê bûm. Gelek caran zext li min hat kirin, ketim ber lêpirsînê û ceza li min hatin birîn. Gelek hevalên min, dema diçûn çalakiyên li Enqereyê di rê de, ji ber qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest dan."
'JI BO XATIRÊ XWEZAYÊ; NA'
Alî Riza Ozer diyar kir, sedema herî girîng a dengê wan ê 'NA', talankirina xwezayê ye û got, "Em dibînin, cihekî ewçend bedew ê xwezayî, ji asta 1. a sîtê daxistine asta duyemîn û sêyemîn û bi vî rengî dixwazin pêşkêşî hin derdoran bikin. Qala vê nayê kirin. Haya gelek welatiyan ji vê nîne. Eger di referandûmê de dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê ev çiyayên bedew ên Bodrûm, Datça, Fethiye, Marmarîs û Akyaka talan bibin. Av wê gemarî bibe. Daristanên me wê gemarî bibin. Weke welatiyekî li vê derê dijî, bang li her kesî dikim ku li ber vê rabin û dengê 'NA' bidin."
'JI DESTÛRA BINGEHÎN A 12'Ê ÎLONÊ RE JÎ MIN GOT NA'
Ozer anî ziman, referandûma ku wê di 16'ê Nîsanê de li ser guhertina destûra bingehîn were kirin, di nava şert û mercên ne wekhev de tê kirin û wiha dewam kir: "Aliyek hemû derfetên dewletê bi kar tîne, lê hêzên mûxalîf jî bi derfetên xwe kampanya 'aştî û biratî ya ji bo jiyaneke bi hev re' dimeşînin. Lazim e ev rastî were dîtin.
Kampanya navbera 'erê' û 'na' kampanyayeke hilbijartinê nîne. Em li dijî Desûra Bingehîn a 12'ê Îlonê ne. Di hilbijartinên sala 1983'an de jî ez yek ji wan kesan im ku dengê 'NA' daye. Ev 35 sal in em têdikoşin ji bo ev destûra bingehîn were girtin. Bi gotina 'em ya kevn ji holê radikin' yeka jê nebaştir tînin."
'JIN BAŞTIR DIZANIN BÊ DESTÛRA BINGEHÎN RÊ LI BER ÇI VEDIKE'
Ozer diyar kir, hewl tê dayîn ku maf û azadî ji holê werin rakirin û got, "Dixwazin hawirdorê talan bikin, hemû erk radestî şexsekî were kirin û parlament ji holê bê rakirin. Li rêwîtiyeke 30 saetan a otobusê bifikirin. Dema bi ajokarekî bi tenê otobus were ajotin, rîska qezayê gelekî zê de ye. Lê belê dema 3 ajokar bi dorê bajon, wê ev rîsk kêm bibe. Lazim e bi vî rengî weredîtin. Ne ji bo başiya mirovan e. Destûra bingehîn a nû bi ti awayî bi kêr nayê. Bersivê nade pêdiviyên gel. Jin hê bi aktîf cih digirin. Baş dizanin bê destûra bingehîn rê li ber çi vedike. Destê xwe datînin ser wijdanê xwe û vî karî dikin."