Ji bo wêneyê Francîs Bacon buhayê rekor

Ji bo wêneyê Francîs Bacon buhayê rekor

Wêneyê sêcare yê Francîs Bacon li ser hevalê xwe yê herî baş Lucîan Freund çê kir, li muzayedeyekê bi buhayê herî bilind hat firotin. Rekora herî bilind a buhayê berheman hunerê, bi 90 mîlyon Euro'yî ya bi berhema "Qîrîn" ya Munch bû.

Francîs Bacon (1909-92) ku yek ji wênevanên herî girîng ê sedsala 20'an bû, wêneyê sêcare yê li ser hevalê xwe yê herî baş Lûcîan Freund ji sê perspektîfan çê kir, bi 142 mîlyon dolarî hat firotin û bû berhema bi buhayê herî zêde li muzayedeyekê hat firotin. Wêneyê sêcare yê sala 1969'an ku li muzayedeya Chrîstîe ya New York'ê hat firotin, weke yek ji berhemên sereke yên Bacon tê qebûlkirin. Rekor beriya niha bi berhema "Qîrîn" a bi buhayê 120 mîlyon dolarî ku di sala 2012'an de hat firotin, di destê Edvard Munch debû. Berhema herî buha ya Bacon a beriya niha jî, di sala 2008'an de bi 86 mîlyon dolarî hatibû firotin.