Ji bo Tîmtîk û Unsal li pêşiya nexweşxaneyê hatin ba hev

Platforma Piştevaniya Ji bo Edaletê diyar kirin divê daxwazên parêzerên girtî yên di greva birçîbûnê de Ebrû Tîmtîk û Aytaş Unsal were bicihanîn.

Platforma Piştevaniya Ji bo Edaletê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal çalakî li dar xistin. Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku ji bo mafê edaletê di rojiya mirinê de ne, li gel rapora ATK'ê jî nehatin berdan. Endamên Platformê li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê kom bûn û daxuyanî dan. Parêzer û malbatên Tîmtîk û Unsal, Bavê Mustafa Koçak ê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da Hasan Koçak, Endamên ÇHD, TAYAD û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Komê di çalakiyê de pankartên “Jiyana Ebru û Aytaç di bin rîskek mezin de ye. Bila Ebru û Aytaç bên berdan." vekirin, dowîzên “Parêzerên gel serbest berdin", “Ji Ebru û Aytaç re azadî" hildan.

Li ser navê Platformê Endamê TAYAD'ê Nesîmî Ozcan, anî ziman ku Timtik û Unsal ji bo mafê darizandina bi edalet ketine rojiya mirinê û xwest ev daxwaza wan bê qebûlkirin. Parêzeran gotin “Eger hiqûq tune be, em ê bi berxwedanê gotina xwe binin ziman' Hefteya borî ATK'ê rapora nikare li girtîgehê bimînin dan. Piştî vê raporê li şûna bên berdan 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dîsa bernedan. Mudaxileya bi zorê îşkence ye. Em ê Timtik û Unsal bidin jiyandin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.