Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Necmedîn Ayan hate kirin

Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî daxuyaniyek da û ragihand ku rewşa girtiyê nexweş Necmedîn Ayan ê bi şewba koronayê ketî metirsîdar e û xwest ku înfaza wî were taloqkirin.

Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 323’yemîn a çalakiyên xwe de bi armanca ku balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş, li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê daxuyaniyek da.

Rêvebera ÎHD Sevîl Tûrgût vê hefteyê qala rewşa girtiyê nexweş Necmedîn Ayan ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T kir. Tûrgût ku bi awayê nivîskî serlêdana ÎHD’ê ya Şaxa Amedê kiribû rewşa tendirustiyê ya Ayan’ê vegot û da zanîn ku ew pêvajoyê dişopînin.

Tûrgût anî ziman ku Necmedîn Ayan nêzî çar salan e li Girtîgeha Amedê tê ragirtin û nexweşiya penceşêra pişikê, her wiha nexweşiya kolesterol û şekir jî pê re heye. Tûrgût diyar kir ku Ayan di sala 2016’an de li Enqereyê ji ber nexweşiya penceşêrê emeliyat bûye û demekê tedawiya kemoterapiyê jî dîtiye. Tûrgût got; her çiqasî ji bo dermankirinê 6 meh înfaza wî hatibe taloqkirin jî lê piştî pêvajoya tedawiyê dîsa wî şandine Girtîgeha Amedê û ji ber ku girtiye lewma pêvajoya dermankirina wî zehmettir bûye û nexweşiyên wî pêş dikevin.

Tûrgût destnîşan kir ku beriya du hefteyan Necmettîn Ayan li Girtîgeha Amedê bi şewba koronayê ketiye û 18 roj in li nexweşxaneya Amedê tê dermankirin û şewbê rewşa wî girantir û xetertir kiriye. Tûrgût xwest ku înfaz ango girtina Ayan ji ber nexweşiyê were taloqkirin û were berdan.