Ji bo Şiyar Ehmedîn û rêhevalên li gel şehîdbûyîn taziye
Ji bo Şiyar Ehmedîn û rêhevalên li gel şehîdbûyîn taziye
Ji bo Şiyar Ehmedîn û rêhevalên li gel şehîdbûyîn taziye
Li bajarê Goteborg yê Swêdê di yekemîn salvegera Şoreşa Rojava de ji bo Şiyar Ehmedîn binasnav Şiyar û rêhevalên Şiyar ku 16’ê Tîrmehê li Serêkaniyê Tiltemirê jiyana xwe ji dest dan taziye hate danîn.
Malbata Ehmedîn ku li bajarê Goteborg yê Swêdê jiyan dike ji bo Entegrasyonê li Komeleya Jinên Kurd taziye hate danîn û bi sedan Kurdistanî tevlîbûn. Piştî sînevîzyonekî ji wêneyên Ehmedîn hate pêşkêş kirin, di taziyeyê de Hevserokê Meclisa Gelê Kurd ya li Goteborgê Şivan Caf axivî û da diyarkirin ku, Ehmedîn û rêhevalên wî şehîdên gelê Kurdin û ji bo Gelê Kurd bi qehremanî tekoşîn dan meşandin. Caf destnîşankir ku, ji bo bîranîna şehîdan ew dê xwedî li tekoşîna wan derbikevîn û tekoşîna gelê Kurd hîn zêdetir bilind bikin.
Ehmedîn ku di sala 1979’an li Qamişloyê hate cîhanê û dinava 8 xwişk û birayan de ê herî mezin bû. Piştî sala 1996’an de di nava xebatên ciwanan de çalak kar kir, di sala 1999’an de tevlî refên gêrîla bû. Ehmedîn di 17 salên xwe ên gêrîlatiyê de li gelek qadên Kurdistanê xebat da meşandin û du salên dawî jî li Kurdistanê tekoşîn dida meşandin.