Ji bo şervan derbasî Kobanê bibin bila Konseya Ewlekariyê biryarê bigire
Ji bo şervan derbasî Kobanê bibin bila Konseya Ewlekariyê biryarê bigire
Ji bo şervan derbasî Kobanê bibin bila Konseya Ewlekariyê biryarê bigire
Partiya Keskan a Awûstûryayê xwest, ji bo Tirkiye destûrê bide şervanan ku derbasî Kobanê bibin, zext bê kirin. Di daxuyaniyê de ji Wezareta Karên Derve hat xwestin ku zext li Erdogan bê kirin ku soza korîdorê ya daye Kurdan bicih bîne. Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo derbasbûna şervanên Kurd, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarê bigire.
Di daxuyaniya hevpar a parlamenterên Partiya Keskan Bêrîvan Aslan û Peter Pilz de hat ragihandin ku duh ketina avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê bi awayekî sembolîk hatiye asê kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca çalakiyê daxwaza rakirina blokaja Tirkiyeyê ya li hemberî Kobanê bû û hat gotin, "Divê em di vî warî de zextê li Tirkiyeyê bikin."
Di daxuyaniya Partiya Keskan de hat bibîrxistin ku şervanên Kurd li Kobanê li dijî barbariya DAIŞ'ê şer dikin û hat gotin ku ji ber helwesta Tirkiyeyê ya li dijî PKK'ê şervan nikarin alîkariyê werbigirin. Keskiyan ji Tirkiyeyê xwestin ku sînorê xwe li şervanên Kurd veke û hat destnîşankirin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan soza korîdorekê daye Kurdan û divê vê sozê bicih bîne.
BILA WEZARETA KARÊN DERVE ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE; KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NY BIRYARA KORÎDORÊ BIGIRE!
Di daxuyaniya Keskiyên Awûtûryayî de ji Wezîrê Karên Deve Sebatîan Kûrz hat xwestin ku ji bo alîkarî bi Kobanê re bê kirin zextê li Tirkiyeyê bike. Keskiyan xwestin, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser korîdora derbasbûna şervanan ji bo Kobanê, biryarekê bigire.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Keskî wê ji bo destekkirina Kurdan bangeke berfireh bikin.
Parlamenterên Partiya Keskan a Awûstûryayê, duh bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yê li hemberî Kobanê û protestokirina alîkariya dewleta Tirk a ji bo çeteyan, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Viyanayê dagir kiribûn. Bêrîvan Aslan, Alev Korûn û Peter Pîlz jî di nav de 14 parlamenteran pankart û afîşa bi nivîsa "Kobanê rizgar bike" daliqandin û ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan û helwesta welatên Rojavayî protesto bikin, ketina Sefaretxaneya Bilind a Tirk ji bo demekê girtibûn.