Ji bo rojnamevan Turfent 8 sal û 9 meh ceza

Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran a doza rojnemevan Nedîm Turfent, biryara zêdekirina ceaza ya 8 sal û 9 mehan kir û biryara domandina girtina wî da.

5'emîn danişîna doza Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi BHQ’ hat girtin Nedîm Turfent li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê pêk hat. Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran li ser daxwaza dozger di derbarê Turfent de bi sucdariya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezaye girtîgehê birî. Heyeta dadgehê piştî ceza li Turfent birî biryara berdewama girtina Turfent da.

Li ser Turfend 24 şahidên nepen îfade dabû. Ji 24 şahidan 19 şahidan îfade paşve kişandibû û diyar kiribûn ku di bin êşkenceyê de îfade dane. Şahidekî nepen û 3 şahidên ku niha ne diyar in li kû ne jî îfadeya xwe paşve nekişandibûn.

Nuçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (BHQ) hat girtin Nedim Turfent, di qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015-2016'an de li Colemêrgê hatin îlankirin de ji ber nûçeyên xwe yên di derbarê binpêkirina mafên mirovan de li ser hesabên tevnên civakî yên polîs û leşkeran ve bi înfazê gef lê dihatin xwarin û di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hat girtin û li hucreyeke yek kesî hat rawestandin. Di derbarê Turfent de piştî 13 mehan girtî ma bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê di derbarê Turfent de îdîaname hat amadekirin. Turfent yekem car piştî 13 mehan di Hezîranê de derket pêşberî dadgehê. 5'emîn rûniştina doza Turfent piştî 19 mehan îro hat dîtin. Di îdîanameyê de, hevdîtin û hevpeyvînên Turfent ên bi endamê YPS'ê re wek unsûrên sûcî hatine nîşandan. Dozger di îdîanmeyê de îfadeyên 24 "şahidên" ku li ser Turfent îfade dane wekî delîl nişan dabû. Di rûniştina yekem de 13 kesên li ser Turfent îfade dabûn îfadeya xwe paşve kişandibûn û diyar kiribûn ku we Turfent nas nakin. Di danişîna îro de bi giştî 19 şahidan diyar kirin ku Nedîm Nas nakin. 3 şahidên di derbarê îfade dan de jî li holê tune ne.