Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê heta 4’ê Gulanê berdewam dike
Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê heta 4’ê Gulanê berdewam dike
Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê heta 4’ê Gulanê berdewam dike
Bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê ku lijneya alîkariyê ya kurd a Ewropayê ye ji bo Rojavayê Kurdistanê ji yekê Sibatê de kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û kampan dê heta 4’ê Gulanê bidome. Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku ji berk u kampanyayê eleqeyeke mezin dîtiye, kampanya berdewam kirine û banga tevlibûna kampanyayê kirin.
Heyva Sor a Kurdistanê di serî de li Almanya, Fransa, Swîsre, Swêd, Danîmarka, Avusturya, Hollanda, Belçîka û Îngîlîstanê û gelek welatên Ewropayê ji Yekê Sibatê de kampanyaya alîkariyê ji bo gelê Rojava dimeşîne. Hemû saziyên kurd piştgirî dan kampanyayê û hatibû diyar kirin ku dê kampanya heta 4’ê Nîsanê bidome.
Lê piştre Heyva Sor diyar kir ku kampanyaya wan a ku ji aliyê hemû sazî û lijneyên kurd ve piştigriyê dibîne dê heta 4’ê Gulanê bidome. Heyva Sor wiha got: “ Hem piştgiriya ji xebatkarên me yên herêmên kum e xebat dimeşandin û hem jî ji sazî û lijneyan piştgiriyeke mezin me dît. Ji ber vê yekê me kampanyaya xwe mehek dirêj kir.”
Heyva Sor da zanîn ku ew spasiyên xwe pêşkêşî hemû sazî, lijne û kesan dikin û wiha pê de çû: “Em libende kurd û dostên kurdan bi awayekî aktîf teli kampanyayê bibin. Heta niha alîkariyên kum e berhevkirine em dê ji rayagiştî re pêşkêş bikin û em careke ji bo hemû kesên ku piştgirîdane spasiyên xwe dikin.
HER KURUŞÊ ALÎKARIYÊ DIÇE JI ROJAVA RE
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Fahrettîn Gulşen ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku heta niha 400 hezar euro berhev kirine û şandine Rojavayê Kurdistanê.
Gulşen wiha got: “Alîkarî li navenda me ya Almanyayê tên berhevkirin. Ji vir tên şandin. Em bi Heyva Sor a ku li Rojava hatiye avakirin û Konseya Bilind a Kurd re dixebitin.Di mijara alîkariyên tên berhevkirin heftane em agahiyan didin. Her wiha j ime belgeyên der barê gihandina alîkariyan tên. em jî vana bi mercî û daîreyên bacê yên Almanyayê re parve bikin. dost û gelên me divê bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Ji ber k udi vê meha zivistanê de gelê me di şert û mercên dijwar de têdikoşin.”
Gulşen diyar kiribû ji bo Serêkaniyê jî amûrên nexweşxaneyê şandine. Heyva Sor diyar kir ku ew plan dikin ku ji bo nexweşxaneya li Efrînê tên avakirin jî amûrên tenduristiyê bişînin.
Ji bo agahiyên berfireh hun dikarin serî li vê navnîşanê bidin: http://www.heyvasor.com