Ji bo Rêberê Gelê Kurd serî li Baroyên Îzmîrê û Şirnexê hat dayîn

OHD'ê ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin re hevdîtin pêk were, serî li Baroya Şirnexê da.

Ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxê Şirnexê 13 parezeran ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F’yê dimînin re hevdîtin pêk bînin serî li Baroya Şirnexê da.

‘TU AGAHÎ NAYÊ GIRTIN’

OHD’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di serlêdanên ku hatine kirin bê encam mane û wiha got: ”Weke ku tê zanîn birêz Abdullah Ocalan û girtiyê bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin. Tevî hemû hewldan salekê zêdetire ku tu agahî nayê girtin."

‘JI BO PARÊZER BIKARIN BI ERKA XWE RABIBIN’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo ku qedexeya hevdîtina li Îmraliyê bê rakirin hewledanên gelek cidî hatine dayin û wiha hat gotin: "Ji bo têkoşîna me ya rewa ya li dijî tecrîd û qedexeya parêzeran a li ser birêz Abdullah Ocalan û  sê girtiyan tê ferzkirin bi biryardarî erka Baroyan bi bîr dixîn û dibêjin ku bi dawîkirina şert û mercên giran ên tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, rakirina destnedana parêzeran, misogerkirina mafên miwekîlan û qanûnên navneteweyî. Ji bo ku pêkhatina erka parêzeriyê me serlêdan kirin."

‘BILA YEKÎTİYA BAROYAN A TIRKIYEYÊ Û HEMÛ BARO BI ERKA XWE RABIBIN’

Di daxuyaniyê de ev bang li baroyan hat kirin: "Birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku bi salane di girtîgehê de ne û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, hemû hewildanên hiqûqî yên parêzeran hatine astengkirin.

Her wiha serlêdanên saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên sivîl bê encam mane. Em bang li hemû Baroyan û di serî Baroyên Tirkiyeyê  dikin  ku erka xwe ya parêzeriyê pêk bînin û mafê muwekîlan biparêzin.”

Komeleya Huqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), ji bo pêkhatina hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re, serî li baroyên îzmîr û Şirnexê da. OHD ya ku 24’ê Mijdarê serî li Baroya Rihayê da, vê carê serî bi heman armancê li baroyên Îzmîr û Şirnexê da.

Şaxê OHD’ê yê Îzmîrê ragihand ku ji bo parêzer bikarin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û miwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê re hevdîtinê bikin, serî li baroyê daye.

37 parêzeran serî li baroyê da. Piştî serlêdane li ber Baroya Îzmîrê daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî, ji aliyê Hevserokê Şaxê OHD’ê yê Îzmîrê Velat Zeren ve hat dayîn. Zeren bi bîr xist ku sê sal in nayê hiştin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzerên xwe hev û din bibînin. Zerên destnîşan kir ku qedexe li ne gor mewzuatên neteweyî ya jî navneteweyî ye.

Zeren bi domdarî ev tişt gotin: “Her kes dizane ku ev rewşa awarte ne yasayî ye. Tevî hemû hewildayînên hiqûqî birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji zû da ye ku ew û parêzerên xwe hev û din nabînin. 775 parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da lê tu bersiv nehat dayîn. Bi pêkhatina erka parêzeriyê û pêkanîna mafê darizandina adilane ya miwekîlan di serî de Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê, em bang li hemû baroyan dikin ku bi erka xwe rabibin.“

13 parêzerên endamên OHD’ê yê şaxê Şirnexê ne, bi heman armancê serî li Baroya Şirnexê dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkin:

‘’Li gor Qanûna Parêzeriyê; Baro berpirsên pêkanîna serweriya huqûqê, parastina mafên mirovan, dîtina pêdiviyên parêzeran in ku hemû xebatên xwe li gor rêgezên demokratîk bikin. Tevî hemû hewildayînên huqûqî rêzdar Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji zû da ye ku ew û parêzerên xwe hev û din nabînin. 775 parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da lê tu bersiv nehat dayîn. Bi pêkhatina erka parêzeriyê û pêkanîna mafê darizandina adilane ya miwekîlan di serî de

Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê, em bang li hemû baroyan dikin ku bi erka xwe rabibin.’’