Ji bo protestoya darvekirina li Îranê astengiya Rewşa Awarte

Şaxê MAZLÛMDER ên ku dixwest darvekirinên li Îranê protestobikin, bi hinceta Rewşa Awarte rê nehat dayîn ku çalakî bê lidar xistin.

Endam û Serokê Şaxê MAZLÛMDER ê Stenbolê ji bo ku bertekên xwe nîşanî darvekirina 22 siyasetmedarên Kurd, ku ji aliyê Rejîma Îranê ve hatin darvekirin bidin, bi vê mebestê xwestin li Stenbolê li pêşiya avahiya Seferetxaneya Îranê ya li Stenbolê daxuyaniyekî çapemeniyê lidar bixin. Endamên komeleyê yên ku hatin pêşiya avahiyê, lê polîsan rê nedan. Polîsan bi hinceta Rewşa Awarte destûr neda ku daxuyaniyê bibin, endamên MAZLÛMDER’ê defdan û ji kolanê dûr kirin.

Dem bi dem di nava koma ku xwestin daxuyaniyê bidin û polîsan de alozî derketin.

Li ser rênedayîna daxuyaniyê li pêşiya Sefaretxaneya Îranê ya li Stenbolê, komê li pêşiya avahiya şaxa xwe daxuyanî da.

Serokê MAZLÛMDER’ê Remezan Gayhan, nêzîkatiya polîsan şermezar kir, her wiha bertek nîşanî nêzîkatiya rejîma Îranê ya mezhebî û darvekirina siyasetmedarên Kurd da. Bayahan diyar kir ku li ser agahiyên çapemeniya Îranê ku bi hinceta weke endamên rêxistina “Cîhadî û Tevhîd” 22 siyasetmedarên Kurd ên girtî di 2’yê Tebaxê de roja Sêşemê hatibûn darvekirin nayê pejirandin, vê nêzîkatiyê şermezar kir. Bayahan wiha anî ziman: “ Bê ku bi awayekî zelal û adil bên darezandin, pêkanîna cezayê darvekirn û bi taybet li hember muxalîf yan jî li hember kesên li derveyî mezhebê fermi, yan jî bi sûcên sûbjek darvekirina wan dikeve hikmê qetilkirnê. Ev pêkanîna ku li Îranê qestê mafê jiyanê yê herî bingihîn dike bi tûndî şermezar dikin.”

Bayhan, bang li rêxistinên mafê mirovan û bê alî kirin, li hember îxlalên mafê mirovan ê ku ji aliyê daraza Îranê ve tê pêkanîn bikevin nava tevgerê.