Li Fransayê nêzî 30 parlamenterên sosyolog û aktîvîstên jinan ji bo Pinar Selek bang kirin. Parlamenteran banga ‘Têkoşîna asta dîpolomatîk’ li merciyên Ewropa û Fransayê kirin.
Di daxuyaniya hevpar ya ku di Medîapart a rojnameya înterneta Alternatîf de hat weşandin de cih dan doza di derbarê Pinar Selek û têkoşîna wê. Her wiha hate gotin ku, ligel raporê kesên zane zextên siyasî û edlî ev 14 sale didome.
Hate diyar kirin ku, Selek du sal û nîvan di girtîgehê de maye û di kanûna 2000’î de hatiye berdan û diyar kirin ku, Selek di vê pêvajoyê de piştgiriya girseyeke berfireh girtine.
Di metnê de hate diyar kirin ku, di 24’ê Çileyê de dê danişîna wê pêk were û wiha hat gotin: “Em weke parlamenterê Fransayê nikarîn li dijî neheqeyeke bi vî rengî bê deng bimînin.
Parlamenteran wiha got: “Ji bo dawî li prosedura ku 14 sal berê hatiye destpê kirin divê merciyên Ewropa û Fransayê di asta têkoşîna dîplomatîk de têbikoşin.”
Parlamenterên Fransayê da destnîşan kir ku, di 24’ê Çileyê de ger ku encamên danişînê negatîf bin, divê ji bo mafê nasandina starbûna siyasî hikûmeta Fransayê piştgiriyê bide.
Kesên metn îmzekirine, ji senator, endamên parlamentoya netewî,endamên meclisa parlamenterên Konseya Ewropayê pêk tên.