Ji bo Ocalan meşa dirêj dest pê dike

Kurdistaniyên li bajarên Kassel û Gottîngen ên Elmanyayê dijîn, ji bo Ocalan dest bi meşa dirêj dikin. Li Munchenê jî li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn.

Kurdistaniyên li bajarên Kassel û Gottîngen ên Elmanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj a ji du rojan dikin. Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kasselê ve tê organîzekirin û wê 11'ê Mijdarê roja Şemiyê saet di 10:00 de li Gaenselîesel a bajarê Gottîngenê dest pê bike. Çav li rê ye meşvan saet di 18:00 de bigihêjin stasyona trenê ya Hann-Munndenê û wê şevê li Hann-Munndenê bimînin. 12'ê Mijdarê roja Yekşemê jî wê meşvan ji stasyona trenê ya Hann-Munndenê dest bi meşê bikin û berê xwe bidin Kasselê. Saet di 16:00 jî wê xwe bigihînin navenda Kasselê û bi mîtîngekê dawî li meşa xwe bînin.

BANG

Komîteya Amadekar a Meşê bang li Kurdistaniyên li Kassel û Gottîngenê dijîn kir, ku destekê bidin meşvanan û li rêya meşê çalakgeran pêşwazî bikin.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Sara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan li meyadna Stachûstê standa agahdarkirinê danîn.

Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin hildan. Çalakgeran gotin, heta ku agahiyê ji Ocalan bigirin wê hefteyê rojekê timî vê çalakiyê bikin.

Di çalakiyê de belavokên li ser tecrîda li Îmraliyê, tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.