Ji bo Ocalan li pêşiya Parlemetoya Fransa çalakî hate lidarxistin

Li paytext Parîs a Fransayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiyên protestoyî yên bi armanca agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytext Parîs a Fransayê dewam dike.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) li pêşiya Parlemtoya Fransa bi tevlîbûna zêde ya Kurdistaniyan hate lidarxistin. Girseya wêneyên Ocalan hildan pankarata ‘Ji Ocalan re azadî’ vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Ji Ocalan Re Azadî” hate qîrkirin, belavokên têkildarî rewşa Ocalan û tecrîdê hatin belavkirin.

Di axaftinên li ser navê hevserokatiya CDK-F hate kirin de wiha hate gotin: “Heta ku agahiyek têkildarî Rêbertiya xwe bibihîsîn wê çalakiyên me her roj dewam bikin.”

Çalakî piştî heyet ji Konseya Kurd a Demokratîk ku dosyayek têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan pêşkêş kir û şûnde bi dawî bû.