'Ji bo nikaribin deng bi kar bînin, koçberî û veguhastin tên ferzkirin'

HDP, xebatên xwe yên li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê yên ji bo hilbijartinê, didomîne. Berdevkê HDP'ê Bîlgen di panela li ser hilbijartinê de diyar kir, ku AKP hewl dide nehêle Kurd dengê xwe bi kar bîne.

Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen û Endamê Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Ewropayê Yucel Ozdemîr, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê beşdarî panelekê bûn.

Bîlgen di axaftina xwe ya li vê panelê de ragihand, ku AKP'ê gotinê aştî û demokrasiyê weke amûrekê bi kar aniye û got, "Bi tenê li desthilatdariya xwe, li hêza xwe, li serdestiya xwe difikire. Û di dawiyê de jî nîşan da ku der barê Kurdan de xwedî psîkolojiyeke bi vî rengî ye: Hûn hînê çi dixwazin, me çi neda we? Her tişta we xwest bi cih hat; pirsgirêk bi navê pirsgirêka Kurd nemaye."

'JI BO KURD NIKARIBIN DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN, SERÎ LI HER RÊ Û RÊBAZÊ DIDIN'

Bîlgen da xuyakirin ku divê êrîşên li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bi yekpare bên nirxandin û wiha axivî: "Erdogan û AKP dibêjin, 'gelo bi qedexeya derketina derve re, li cihên weke Cizîrê gel wê bajarê xwe biterikîne, yanî 3 hezar, 5 hezar, 10 hezar hema çend kes bajêr biterikîne ew baş e'. Li aliyê din, ji bo yên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn jî dibêje, 'gelo wê malên xwe, kargehên xwe biterikînin û vegerin gundên xwe, vegerin bajarên xwe'. Yanî dixwaze welê bike ku hilbijêr nikaribin dengê xwe bi kar bînin. Di vir de ewqas zêdegavî kir, ku girtiyên li Girtîgeha Kandirayê jî sewqî Derya Reş dikin. Bi vî rengî hesap dikin ku wî parlamenteriya bi 500 dengên ji derveyî welat hatiye re, çawa dikare ji xwe re rizgar bikin. Yanî veguhastina li girtîgehan jî ji bo bidestxistina wekîlekî dikin."

'JI SEDÎ SED DIVÊ DENG WERIN BIKARANÎN'

Bîlgen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de werçerxeke û divê ji sedî sed deng werin bikaranîn.