Ji bo ‘NA’ balon firandin hewayê

Kampanyayê ‘NA’ kolanên Taksîm Beyoglû yê xemilandin.

Aktîvîstên ‘NA’ ê Beyoglû her roja Şemiyê li Cedeya Îstîklalê standa ‘NA’ ji gel re vedikin vê heftê jî aktivîteya balon firandina hewayê pêk anîn.

Di aktivîteya ku rastê eleqeyek mezin ên zaroka hat de, bolonê renga reng yên ku li ser wan ‘NA’ nîvîsîbû firandin hewayê.

Aktivîsan ji bo maf û edaletê jî, ji Tunelê heta Qada Galatasarayê belavokên ‘NA’ belav kirin.

Aktivîst bi dovîzên “Ji bo maf û edaletê Na” ve di Cedeya Îstîklalê de meşiyan, durişmê “Ji bo maf NA, ji bo bindestiyê NA, ji bo azadiyê NA, ji bo aşîtiyê NA” hatin qîrkirin û bala gelê li derdor kişandin.