'Ji bo merasima sibê banga tevlîbûnekî xurt'

'Ji bo merasima sibê banga tevlîbûnekî xurt'

Civata Îslamî ya Kurdistanê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin, kir ku bi awayek xurt tevlî merasima cenazeyên yek ji Sazûmankarê PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin.

Civata Îslamî ya Kurdistanê balkişande ser qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin û da diyarkirin ku, ew cînayeteke li dijî hemû gelê Kurd û mirovahiyê. Civata Îslamî ya Kurdistanê aşkera kir ku, “ Ne di Îslamiyetê de ne jî di mirovahiyê de çi hovîtiyek wisan nehatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ev qetilkirin li dijî mirovahiyê, aştiyê, demokrastî û edaletê hatiye kirin. Civatê destnîşan kir ku, “Di Îslamiyetê de cihê cînayetê tune ye.” Di daxuyaniyê de hate aşkera kir ku, “Îslamiyet aştiye, pêwîste piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê ya di navbera Kurd û Tirkan de.”