Ji bo Medenî Yildirim mewlûd
Ji bo Medenî Yildirim mewlûd
Ji bo Medenî Yildirim mewlûd
Ji aliyê Rêxistina bajarê Konak a BDP’ê, ji bo Medenî Yildirim ê Licê ji aliyê leşkeran ve dema protestokirina çêkirina qerekolan de hat qetilkirin mewlûd hat dayîn.
Ji aliyê Rêxistina bajarê Konak a BDP’ê di şexsê Ciwanê Kurd Medenî Yildirim ê di dema çalakiya protestokirina çêkirina qereqolan de li Licê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin ji bo tevayî cangoriyên Kurdistanê li Taxa Gurçeşme mewlûd hat dayîn. Di mewlûda ku di serî de jin û ciwan gelek kes beşdar bûn de gavên ku tavilê pêwîst e hukûmeta AKP’ê biavêje hatin bibîrxistin. Her wiha nerazîbûneke tund li hemberî bûyera tacîzê ya li Sêrtê hat dayîn.
Piştî xwarina mewlûdê ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz hat girtin. Paşê Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Mehdî Aslan axaftinek kir. Aslan di destpêka axaftina xwe de şoreşa gel a demokratîk silav kir. Û destnîşan kir ku keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Şoreşa Rojava de pirr e.
Aslan têkildarî bûyera tacîzê ya Sêrtê jî got, “Yên ev bûyer 6 meh in şopandine çima di destpêkê de asteng nekirin. Ev bûyer tenê bi kesê tacîz kiriye ne bi sînor e. Yên ev 6 meh in vê bûyerê dişopînın jî hevkarê vê bûyerê ne.”
Mehdî Aslan di axafina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya hukûmeta AKP’ê û destnîşan kir ku hukûmeta AKP’ê ji aliyekî ve ku behsa muzakereyan dike 420 girtiyên nexweş terkî mirinê kiriye.
Mevlûd, bi çerxa şoreşê ya ji aliyê endamên meclîsa ciwanan a BDP’ê ya Îzmîrê ve hat xwendin û bi dirûşmaya “Şehîd Namirin” bi dawî bû