Ji bo Leyla Guven kampanyaya îmzeyan

Ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kampanyaya îmzeyan a navnetewî hate destpê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 73’an de didome.

Ji bo Guven li ser change.org kampanyaya îmzeyan a navnetewî hate destpê kirin.

BEŞEK JI METNA KAMPANYAYÊ

“Dawî li tecrîdê bînin

Leyla Guven ev 73 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Leyla Guven 31’ê Çileya 2018’an ji ber rexneyên têkildarî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hate girtin.

24’ê Hezîrana 2018’an bû parlamentera Colemêrgê.

8’ê Mijdara 2018’an ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 20 sal in li girava Îmralî tê girtin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir.

Ji bo bidawîkirina êşkenceya li girava Îmralî ku li pêşiya çavên hemû cîhanê bi salan e tê kirin canê xwe danî holê û ji tecrîdê re dibêje raweste. Piştî Leyla Guven nêzî 300 girtiyan bi heman daxwazê dest bi grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger kirin û niha jî didome.

Dixwaze tecrîd bi dawî bibe ji ber ku;

-Ev tecrîd dibe destpêka geşbûna faşîzma AKP’ê. Îlankirina rewşa awarte, qedexekirina azadiya xwe îfadekirinê, mafê rêxistinbûyî û heta êrîşên li dijî mafê jiyanê di vê pêvajoyê de giran bûn. Ev tecrîda ku li dijî hiqûqa netewî û navnetewî êrîşeke li dijî jiyana hevpar a aşitî ya gelên Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê Doza Kurd yek ji astengiyên li pêşiya çareseriya demokratîk e.

- Dewlet bi tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan ku gelê Kurd temsîl dike, ji bo aşitiyê nexşerêyê amade dike û ji bo bidawîkirina şer hewl dide ji bo pêşerojê îhtimala ku vegera ji maseyê muzakeriyê ji holê radike.

Dostên birûmet;

Rakirina tecrîdê, rakirina yek ji astengiyên li pêşiya hêviyên jiyana hevpar ya aştiyane ya hemû gelan bi daybet gelê Kurd, gelê Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ye. Li ser vî bingehî serî de em bang li jinan, hemû mirovên ku piştevniya aşitiyê dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê vê nameyê îmze bikin.”

JI BO BEŞDARBÛNÊ

Ji bo beşdarbûna kampanyaya îmzeyan hûn dikarin vê linkê bikar bînin.