Ji bo korîdora alîkariyê ya ji Kobanê re kampanyaya îmzeyan

Ji bo korîdora alîkariyê ya ji Kobanê re kampanyaya îmzeyan

Di kampanyaya îmzeyan a kesên wek Noam Chomsky, Murathan Mungan, Ahmet Umît, Fatîh Akin, Onur Unlu, Mert Firat, Ezel Akay, Yekta Kopan destek dikin bang li hikûmet û meclîsê hat kirin da ku ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin.

Ji bo Kobanê ya di bin êrîşên çeteyên DAIŞ de ye di ‘change org’ de ku Noam Chomsky, Murathan Mungan, Ahmet Ûmît, Fatîh Akin, Onur Unlu, Mert Firat, Ezel Akay, Yekta Kopan jî destek dikin kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.

Di metna kampanyayê de wiha hat gotin, “Em wek kesên li jêr îmzeya wan hene, êrîşên komên çete yên girêdayî DAIŞ li hember gelê li bajarê Kobanê yê li Rojava (Herêma Kurd a li bakurê Sûriyeyê) bi guman dişopînin. Weke tê zanîn, Kobanê ji aliyê komên çete yên girêdayî DAIŞ bi çekên giran hatiye dorpêçkirin. Ji bo pêşiya komkujiyeke muxtemel bê girtin, mîna ku raya giştî jî dazwaz kiriye, ji bo ji Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ya Iraqê û ji kantonên din ên Rojava alîkariya însanî û leşkerî bigihêje Kobanê, em wer bawer dikin ku pêwîst e Tirkiye di nav sînorê xwe de korîdoreke alîkariyê veke. Berevajî wê ji komkujiyeke li ber serê me rû bide em hemû berpirsiyar in.”

Lînka kampanyayê jî wiha ye: https://www.change.org/p/the-grand-national-assembly-of-turkey-and-its-goverment-stop-the-slaughter-in-kobane-turkish-goverment-open-the-humanitarian-aid-corridor-to-transmit-aid-from-the-iraqi-kurdistan-regional-goverment-and-other-cantons-in-rojava#share