Ji bo komkujiya Parîsê dosye pêşkêşî Parlamentoya Swîsreyê kirin

Ji bo komkujiya Parîsê dosye pêşkêşî Parlamentoya Swîsreyê kirin

Li bajarê Basel a Swîsreyê jinên kurd di saetên serê sibê de  ji bo komkujiya Parîsê ronî bibe dosyayek pêşkêşî Parlamentoya Swîsreyê kir.  Ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derkevin holê çalakiyên gelê kurd li her derê didome.

Rojek berê li Swîsreyê meşa dirêj ya du rojan pêk hat û  jinên kurd çalakiya xwe duh li Markplatz a Baselê bi çalakiya xwe bi dawî kirin. Jinên kurd bi heyeteke ji 5 kesan pêk dihat di saetên serê dibê de dosyayek der barê ronîkirina Komkujiya Parîsê de  pêşkêşî parlamentoya Swîsreyê hat kirin û di dosyayê de hate xwestin ku bi ser rayedarên Fransayê de biçin ku komkuijyê ronî bikin.

Di dosyaya ku tê xwestin ku parlamentoya Swîsryê komkujiya Parîsê bike rojevê û zextê li hikûmeta Fransa û Tirkiyeyê bike, wêneyên roja komkujî û merasîma cenazeyê jî cih digirt. Her wiha hate diyarkirin ku heta komkujî ronî nebe dê her roj çalakî bidomin.

150 QERT JI RAYEDARÊN FRANSAYÊ RE HAT ŞANDIN

Piştî dosye pêşkêşî parlementoya Swîsre hate kirin, koma ku ji 70 kesî pêk dihat  ji bo komkojî demildest ronî bibe û kujer derkevin holê 150 kart ji rayedarên hikûmetê re hate şandin.

Di qertan de wiha hate gotin;

“3 Siyasetmedarên kurd yên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê çile de li Buroya enformasyona Parîsê hatin qetilkirin.

Daxwaza kurdan eve ku demildest ev komkujî ronî bibe û hêzên pişt vê derkevin holê.  ji bo vê jî daxwazên me ji hikûmeta Fransayê eve:

-divê hêz û berpirsên piştî vê kuştina siyasî derkevin holê

-divê dawî li zext û girtinên li hemberî kurdan bê

-divê hikûmeta Fransayê dest ji polîtîkaya xwe ya dij-kurdan berde û PKK ji lîsteya terorê derbixe.”