Ji bo komên çete yên li Rojava veguhestina çekan

Ji bo komên çete yên li Rojava veguhestina çekan

Hat ragihandin ku 4 TIR’ên tije çek in û ji Ûkraynayên hatine Tirkiyeyê ji bo çekan bişînin ji komên çete yên li Rojavayê Kurdistanê re tê rawestandin. Hat îdîakirin ku temînata van çekan bi rêya wezîreke hukûmeta AKP’ê pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku 4 TIR çekên ku ji Ûkraynayê bi rêya Deryaya Reş ji bo bişînin Rojavayê Kurdistanê anîne Tirkiyeyê. Tê diyarkirin ku dixwazin van çekan bi rêyên qaçaxî bişînin Rojavayê Kurdistanê û ji bo şandina van çekan pêşniyara 10 milyon TL ji bo kesekî hatiye kirin. Şahidek ku nexwest navê xwe aşkere bike diyar kir ku temînata van çekan bi rêya wezîrekî AKP’ê pêk hatiye û ev çek li peravên Deryaya Reş tên ragirtin û dê bişînin komên çete yên li Rojavayê Kurdistanê re.

Jixwe her kes dizane ku bi rêya Tirkiyeyê gelek çekên ku ji aliyê Erebîstana Siûdî û Qetarê ve tên fînansekirin ji Artêşa Sûriyeya Azad re tê şandin. Gelek daxuyaniyên ku rayedarên artêşa Azad û dîplomatên Rojavayî (rojavaya cîhanê) dan ev yek piştras dike.

Her wiha tê zanîn ku piştî Kurdan rêveberiya bajarên xwe bi dest xistin, Tirkiyeyê dest bi çekdarkirina komên nêzî El Qaîdeyê kirin. Ev yek jî gumana ku tê gotin ku dê van çekan ji komên çete yên li Rojavayê Kurdistanê yên li dijî Kurdan re bên şandin xurtir dike.

Komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê di van demên dawiyê de gelek caran li Heleb û Serêkaniyê êrîşê Kurdan kirin û di encamê de gelek gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Komên çete yên ku xwe li ber berxwedana Hêzên Parastina Gel (YPG) negirtin, neçar man ji Serêkaniyê vebikişînin û niha ji aliyê artêşa Tirk ve tên parastin.