'Ji bo Kemal Kûrkût em ê bêjin NA'
Şêniyên Aydinê gotin, di referandûma 16'ê Nîsanê de wê rêjeya dengê 'NA' li bajarê wan gelekî zêde be û bi ser bikeve.
Şêniyên Aydinê gotin, di referandûma 16'ê Nîsanê de wê rêjeya dengê 'NA' li bajarê wan gelekî zêde be û bi ser bikeve.
Yek ji bajarên ku tê payîn dengekî xurt ê 'NA' jê bilind bibe, Aydin e. Li bajêr, her kes xwedî sedemeke cuda ye ji bo bêjin NA. Ciwan jî teqawît jî mexdûrê polîtîkayên desthilatdariyê ne. Ji şêniyên Aydinê Zafer Şîmşek (26) bal kişand ser zêdebûna rêjeya xwekuştina ciwanan di dema desthilatdariya AKP'ê de û got, ji bo Kemal Kûrkût ew ê bêje 'NA'.
Şêniyên Aydinê der barê referandûmê de ji ANF'ê re axivîn.
'DI NAVA ŞERT Û MERCÊN REWŞA AWARTE DE HILBIJARTIN NABE'
Mehmet Emîn Sabak destnîşan kir, ku ew li dijî tekperestiyê ye, lewma ew ê bêje 'NA'. Sabak got, "Ji bo jiyaneke însanî pêwîstî bi rizgarkirina ji vê sîstem û desthilatdariyê heye. Ji ber ku bi kêrî ti mirovan nayê, ez ê bêjim NA. Divê destûra bingehîn bê guhertin, lê belê li şûna wê yeka jê xerabtir neyê bicihkirin. Ji xwe pêkanîna hilbijartinê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de şaş e. Ne diyar e bê ev zext û zordarî çiqasî dewam bike. Ji bo hê nebaş nebe, ez dibêjim NA. Ji bo Kemal ê ku çend roj berê di Newrozê de hat kuştin, ez ê bêjim NA."
'DENGÊ NA WÊ LI AYDINÊ GELEKÎ ZÊDE BE'
Mehmet Elveren diyar kir, ji bo gel hê bêhtir neyê binpêkirin, dengê 'NA' wê bibe destpêkek û got, "Zextek bênavber heye. Birçîbûn, xizanî her dewam dike. Kîloyek rûn bi 8 TL ye. Şer giran dibe. Di nava van şert û mercan de gelo pêkane ku mirov bêjin 'erê'? Ji bo em bêjin êdî bes e, ev yek wê bibe destpêkek baş. Gundên me hatin şewitandin, em hatin van deveran. Li vir jî rehetî li me nîne. Divê em êdî pêşî li vê rêveçûnê bigirin. Ji ber vê yekê ez ê bêjim 'NA'. Ez bawerim wê dengê NA li Aydinê gelekî zêde be."
'JI BO CIZÎR Û NISÊBÎNÊ; NA'
Osman Dagtekîn bibîr xist, ku dema kesek hewl dide malbatekê îdare bike, pirsgirêk rû didin û ev nirxandin kir: "Çawa dibe ku yek rabe bêje ez ê bi tena serê xwe temamiya welêt bi rê ve bibim? Di rewşeke ku 500 kesên li Meclîsê jî bi rehetî nikarin welêt bi rê ve bibin, kesek qet nikare welêt bi rê ve bibe. Divê şert û merc werin afiarndin ku civak bi empatiyê, bi rengekî wekhev bi hev re bijîn. Zext li Kurdan tê kirin û bi rêya vê zextê dane dû dengan. Mirovên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê ji cih û warên wan kirin. Em ê nîşan bidin ku ev ê serê xwe netewînin."
'DESTHILATDARÎ BERÊ CIWANAN DIDE XWEKUŞTINÊ'
Zafer Şîmşek bal kişand ser bandora neyînî ya polîtîkayên desthilatdariyê li ser ciwanan û got, "Bi taybetî li navçeya Efelerê, îsal 10 ciwanan xwe întixar kirin. Sedema giştî ya vê yekê, bêkarî ye. Di nava wan de ciwanên ku zanîngeh qedandine jî hene. Bêhêvîhiştin û bêkarî di nava ciwanan rê li ber reşbîniyê vedikin. AKP ji bo hegemonya xwe mezintir û berfirehtir bike, hîn bêhtir reşbîniyê dixe nava ciwanan. Nabe ku di nava Rewşa Awarte de referandûm were kirin. Sedemên ciwanan ên ji bo dayîna dengê 'NA' gelek in. Kemal Kûrkût ê di Newrozê de hat kuştin, hê ji bîra min naçe. Bi zanebûn ew kuştin. Ev bi tena serê xwe sedemek e ku mirov li ber vê sîstem û desthilatdariyê rabin."
'SEDEMÊN JINAN HÊ ZÊDETIR IN'
Necla Katîp anî ziman, ku jin hê bêhtir tehdeyê dibînin û herî zêde ew ê bêjin 'NA'. Katîp got, "Ji xwe em tên binpêkirin. Li me dixin, me dikujin. 'NA' herî zêde mafê me ye. Li Aydinê Kurd gelek in, lê em nikarin bibin yek. Li vê derê jin li zeviyan, li bexçeyan dixebitin û pere dixin bêrîka hevserê xwe. Dibe ku gelek tişt neyê guhertin, lê dîsa jî divê jin bêjin 'NA'."