Ji bo kampanya 'dema azadiyê ye' piştgiriya navneteweyî

Kampanya "Dem hatiye" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Însiyatîfa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re" hate destpêkirin, di asta navneteweyî de piştgiriyeke mezin werdigire.

Lîsteya kes û saziyên ku mohra xwe danîne binê kampanya 'Dem hatiye, azadî ji Abdullah Ocalan re' bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ji aliyê însiyatîfê ve hate eşkerekirin. Lîsteya beşdarên kampanyayê li ser malpera înternetê ya însiyatîfê dikare bê peydakirin: (www.freeocalan.org). 

Bi dehan sazî, bi sedan lêkolîner, akademîsyen, derhêner, hunermend, parlamenter, nivîskar, siyasetmedar û aktîvîstan mohra xwe danîn binê metna kampanyayê. Însiyatîfê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê hate gotin: "Bûyerên ku di salên dawî de diqewimin nîşan didin ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd gelek pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nikarin çareser bibin. Abdullah Ocalan ji bo Kurdan ne tenê lîdereke û sembola azadiyê ye, di heman demê de ji bo demokratîkbûna herêmê û pêkhatina aştiyê yekane kes e ku bernameyeke berfireh pêşniyar dike. Piştî ku Abdullah Ocalan sala 1999'an hate revandin û li Girtîgeha Girava Îmraliyê hate bicihkirin, gelê Kurd û dostên wan li çar aliyên cîhanê ji bo çareseriya siyasî û wekhev a pirsgirêka Kurd, ji bo bidawîkirina tecrîd û dîlgirtina wî têdikoşin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo afirandina welatekî demokratîk, azad û wekhev berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her kesî û hate gotin, "Em israr dikin ku Ocalan di mijara bidawîkirina tecrîdkirina Gelê Kurd û afirandina rewşeke aştiyane ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn, dikare bi roleke sereke rabe.

Daxwaza me ya ji bo azadiya Ocalan, bi rêya pirtûkan digihêje derdorên siyasî û entelektuel ên cuda, bi zimanên cuda tên wergerandin û piştgiriya ji bo felsefeya wî zêde dibe. Banga me ya dawî ya ji bo azadiya Ocalan ji aliyê demokrat, parêzvanên aştiyê û aktîvîstan ve li çar aliyên cîhanê hate îmzekirin. Sedema vê yekê jî ew e ku fikirên wî di dil û mejiyê mirovan de deng vedidin.

Heta ku rejîma li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bê hilweşandin û em bigihêjin armanca xwe, em bang li her kesî dikin ku vê daxwazê xurt bikin."