Ji bo 'îşkenceya' li Girtîgeha Tekîrdagê serlêdana sûc
Ji bo 'îşkenceya' li Girtîgeha Tekîrdagê serlêdana sûc
Ji bo 'îşkenceya' li Girtîgeha Tekîrdagê serlêdana sûc
Endamên OHD û TUAD'ê derbarê îşkence û muameleyên xirab ên li 2'mîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê pêk tên têkildarî rayedarên girtîgehê de bi îdîya "peywira xwe xirab bikaranîn, darp, gef, heqaret û teşebusa mirovan bikujin" serlêdana sûc kirin. Endamên OHD û TUAD'ê gotin, "Girtiyên siyasî rumeta me ne û em rûmeta xwe binpênakin."
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD), têkildarî îşkence û pêkanîn xirab ên li 2'mîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê serlêdana sûç kirin. Endamên OHD û TUAD'ê berî serlêdana sûç li ber edliyeyê hatin cem hev û pankarta "Bila girtîgehên Tîpa F bên girtin, ji girtiyên siyasî re azadî" vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de slogana "Bijî berxwedana zindanan" hate qîrkirin.
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak daxuyanî xwend û gotina Serokwezîr Erdogan a "Ji îşkenceyê re sifir tolerans" bibîrxist û bal kişand ser îşkece û muameleyên xirab û wiha got: "Girtîgeha Tekîrdagê veguheriye îşkencexaneyê. Girtiyên siyasî rûmeta me ne em rûmeta xwe binpênakin." Serokê OHD'ê Firat Epozdemîr jî diyar kir ku wan derbarê îdîayên îşkence û muameleyên xirab ên li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê 3 rapor amade kirin dê wan raporan rojên bê bi partiyên sayîs yên komên wan li Meclîsê heyî re parve bikin.
'DI BIN KONTROLA DIXTORÊ GIRTÎGEHÊ DE ÎŞKENCE TÊ KIRIN'
Alîkarê Serokê OHD'ê Îzzet Kiliç jî diyar kir ku, piştî çalakiya greva birçîbûnê li hemberî girtiyan îşkence zêdebûn. Kiliç anî ziman ku, bi taybet li 2'mîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê pêkanînên îşkenceyê zêdebûn û wiha got: "Di nava 2 mehên dawî de hemû girtiyên siyasî yên ji wê girtîgehê re hatin sirgûnkirin rastî îşkenceyê şertên tecrîdê yên giran hatin. Ev îşkence di bin kontrola doktorê girtîgehê de pêk hat."
Kiliç da zanîn ku, girtiyên ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê sirgûnî 2'mîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin ji aliyê gardiyanan ve hatin darpkirin û wiha axivî: "Li vê girtîgehê 1'emîn midûrê girtîgehê, gardiyanên 'Tîma A' û dixtorê girtîgehê berpirsiyare" Kiliç bilêv kir ku, ew dê derbarê rayedarên girtîgehê de bi îdîaya "teşebûsa kuştina mirinva, peywira xwe xirab bikaranîn, darp, gef û heqaret" serlêdana sûc bikin.
Piştî daxuyaniyê parêzer çûn Edliyeya Stenbolê û serlêdana sûc kirin.