Ji bo hevdîtina li Îmralî parêzeran serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklû ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê Tebaxa 2019’an de 5 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê îlonê de bi hinceta “nexşerêya” ku Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kiribû.