Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hat kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hatin kirin.

Parêzer her wiha ji bo bi muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.