Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd parêzeran serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.

Daxwaza hevdîtinê ji aliyê parêzer Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî hate kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve ku bi komployeke navneteweyî hatibû girtin, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye.

Abdullah Ocalan herî dawîn di 25’ê Adarê de bi birayê xwe di telefonê de axivîbû û ev hevdîtin qut bûbû.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe hevdîtin kiribûn. Hemû serlêdanên ji 7’ê Tebaxa 2019’an û heta niha nayên bersivandin.

Parêzeran di 22’ê Mijdarê de bi daxwaza hevdîtineke lezgîn serî li Hakîmtiya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dabûn û derketibû holê derbarê Abdullah Ocalan du biryarên qedexeya hevdîtinan hatiye dayîn. Hakîmtiya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê serlêdan red kiribû û diyar kiribû dadgehê derbarê Ocalan di 12’ê Cotmehê de biryara qedexekirina hevdîtinan a ji bo 6 mehan daye.

Heman hakîmtiyê serlêdana hevdîtinê ya malbatan jî red kiribû û biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Îmraliyê ya di 18’ê Tebaxê de hatibû dayîn, wekî hincet nîşan da. Li gorî vê biryarê heta 3 mehan hevdîtin hatine qedexekirin.