Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bêqebûlkirin dê sibê biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a hefteya borî bi hinceta "kêştî xirab" hatibû astengkirin.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 615 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 171 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.