Ji bo her sê jinên Kurd sedhezaran kom bûn
Ji bo her sê jinên Kurd sedhezaran kom bûn
Ji bo her sê jinên Kurd sedhezaran kom bûn
Li Amedê 100 hezaran 3 \\\"Şitlên Azadiyê\\\" birê
dikin. Bi 100 hezaran kesên ku li qada Batikentêkom bûn bê navber slogan
qêriyan û li doz û têkoşîna 3 jinên siyasetmedar ên kurd xwedî
derketin. Girseya ku ji nexweşxaneya Baglarê dest bi meşê kir heta gihit
qada Batikentê gihişt 100 hezaran kesan. Girseyê bê navber sloganên
\\\"Rêhevalên Rojê nemir in\\\" berz kirin û pankarta \\\"Yên şer dikin azad
dibin û yên azad dibin xweşik dibin\\\" vekirin. Ji çar aliyên Amedê bi
hezaran girse herikîn qada Batikentê.
Gelê Amedê hemû dikanên
xwe girin û hatin qada merasimê. Li vir di merasimê de Hevseroka BDP\\\'ê
ya Amedê Zubeyte Zumrut, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Hevserokê KCD\\\'ê
Ahmet Turk, Hevseroka KCD\\\'ê Aysel Tugluk, Hevserokê BDP\\\'ê Selehattîn
Demîrtaş axaftin kirin. Piştî axaftinan ceazeyên Sakine Cansız, Fidan
Dogan û Leyla Şaylemez bi siloganên \\\"Şehîd namirin\\\" ber bi bajarên wan
ve tên bi rêkirin. Cenazeyê Sakine Cansiz dê li Dêrsimê, Fidan Dogan li
Elbîstana Mereşê, Leyla Şaylemez jî dê li Mersînê sibê di saetên nîvro
de ji aliyê 10 hezaran kesan ve bispêrin axê.
TURK: EY SEROKWEZÎR HESASIYET Û BOMBEKIRINA QENDILÊ BI HEV RE NAMEŞE
Hevserokê
KCD\\\'ê Ahmet Turk jî derket ser dikê û wiha axivi: \\\"Gelê hêja dayikên
ezîz îro dilê me bi eş e. Dilê me bi elem û êş e. Îro 3 kulîlkên
Kurdistanê u azadiyê em dişînin nava karwanên şehîdan. Em dizanin ev ked
û ev xwîn tu carî gelê kurd ji bîr nakin. Îro li qada Amedê bi 100
hezaran gelê kurd şehîdê azadiyê û şehîdê Kurdistanê bi rê dikin û
hevala Sakîne, Hevala Fîdan û hevala Leyla bi rê dikin. Hûn zanibin ku
gelê kurd ji bo azadî û aştiyê her tim di nava xebat û têkoşînê de bin.
Bila dayik û malbatê me negirîn. Ew şehîdê Kurdistan in. Ew şehîdê bi
rûmet in. Gotine gelêkurd heye. Dibêje \\\'Ga dimirin çerm dimin. Lê mêrxas
dimirin nav dimîne\\\'. Gelê kurd dê her tim navê wan bibîr bîne û her dem
dê di rêya wan de bimeşin. Îro 100 hezaran gelê kurd şehîdê xwe bi rê
dikin û oxir dikin. Em dizanin gelê kurd dilbirîne. lê gelê kurd bi
têkoşîna azadiyê wê dilê xwe yê dilbirîn bi destkê xwe derman bikin. Em
dizanin hemû çavê cîhanê li ser Amedê ye. Ez dixwazim ji ber vê yekê
çend tiştan bi tirkî binînn ziman.\\\" \\\'GELÊ KURD JI BILÎ AZADIYE TIŞTEKÎ
DIN QEBÛL NAKE\\\'
Turk, da zanîn ku ew dizanin bedelê azadiyê pir
zêdene û wiha berdewam kir: \\\"Gelê kurd ji bilî azadiyê tu tiştên din
qebûl nakin. Gelê kurd aştiyek bi rûmet her tim parast. Her tim destê
aştiyê dirêj kir. Her tim biratiya gelan xwest. Lê her tim xwest me
teslîm bigirin. Gelê kurt tu car û tu car teslîmiyetê û bêrûmetiyê qebûl
nake. Gelê kurd tu carî dê daxwazên xwe yên aştiyê û azadiyê kêm neke.
Em di pêvajoyek pir girîn û dîrokî re derbas dibin. Pêvajoya ku aşti tê
niqaşkirin me 3 şitil û canê xwe winda kir. Li gel vêkê em dîsa daxwaza
aştiyek bi rûmet dikin. Gelê me dîsa aştiyek bi rûmet dixwazin. Aştî bi
hurmeta dualî pêk tê. Aştî bi naskirina hev û dualî pêk tê. Aştî bi
edalet û parastina mafan pêk tê.\\\"
\\\'EY SEROKWEZÎR ERDOGAN EV ÇAWA HESASIYET E?\\\'
Turk,
helwesta Serokwezîr Erdogan a hasasiyetê jî rexne kir û wiha dirêjî da
axaftina xwe: \\\"Hemû cîhan dibêjin bila Amed zerarê nedin aştiyê. Em bi
vê hişyariyê ji bo aştiyê şehîdê xwe bi rê dikin. Em bang li kesên ku
dibêjin bila hesasiyet tev bigerin dikin. Ey Serokwezîr Erdogan dema tu
behsa hesasiyetê û aştiyê dikin tu Qandîlê bombe dike. Ev çawa
hasasiyetê ye. Hem dê behsa hesasiyetê bikin û hem jî dê li ser gundan
bombe bikin. Em dixwazin ku pergal jî vê hesasiyetê nişan bide. Em bang
li gelê tirk jî dikin û dixwazin ku gotinên Serokwezîr Erdogan û kirinên
wî baş bibinin. Ka kî aştiyê dixwaze kî şer dixwaze. Em di hisûra 3
şehîdên xwe de bejna xwe ditewînin. Li ber şehîdê hemû kurdistanê
ditewînin. Em bawer dikin ku mafdarin û em dê azadiyê bi dest bixin.
TUGLUK: QETILKIRINA 3 ŞITLÊ AZADIYÊ LI DIJÎ ÎMRALIYÊ Û AŞTIYÊ PÊK HATIYE
Hevseroka
KCD\\\'ê Aysel Tugluk jî gelê Amedê slav kir û wiha got: \\\"Amed êşa 3 dilê
xwe yê xweşik û 3 jinên serhildanê dijîn. Qatilên 3 şitlên xweşik qetil
kirin. Em wan nahlet dikin. Em wan şermezar dikin. 3 hevalên me bi
awayekî hov hatin qetilkirin. 3 hevalên ne neferê têkoşîna azatiya jinê û
milîtanê azadiya gelê kurd bûn. 3 hevalên me tenê ji bo azdî xwestin.
Ji bo jiyanek bi rûmet xwestin hatin qetilkirin. Ji bo mafê mirovan ê
gelan xwestin hatin qetilkirin. Ev komkujî, li dijî têkoşîna azadiya
jinê ye. Ev komkujî li dijî jinê pêk hatiye. Ev qetlîam li dijî aştiyê û
li diji hevdîtina aştiyê pêk hatiye. Bi vê qetilkirinê xwestine aştiyê
asteng bikin. Armanc û feraseta qatîlan diyar e. Kesên naxwazin
pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokrasiye çareser nebe ev qetilkirin
pêk anîne. Em van qatilan baş nas dikin.\\\"
\\\'HETA EM LI SER VÊ AXÊ AZADIYÊ BI DEST BIXIN TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME\\\'
Tugluk,
ani ziman ku di vê êşa ku hevalên xwe dijîn de axaftin pir zehmet e û
wiha berdewam kir: \\\"Hemû gelê kurdistanê û jinên kurd dê rêca we û ala
we bi rûmet û serbilindî bilind bike û tû carî destûr nade ku bikeve
xwar. Me pir êş û îşkence kişand. Lê tu carî me gav bi paş ve neavêt. Em
têk neçûn. Bedel çi dibe bila bibe, astengî çi dibe bila bibe heta dawî
dê têkoşîna azadiyê bidome. Heta ku em li ser vê axê aştî û azadiyê bi
dest bixin dê têkoşîna we ya azadiyê bidome. Layiqbûna Sakine Fidan û
leyla mezin bûna vê têkoşînê ye. Mezinbûna vê têkoşînê dê bibe bersiva
qatililan. Em dê teqez bi ser bikevin. Di şexsê 3 şitlên azadiyê de ez
hemû şehîdên kurdistanê silav dikim. Jin jiyan û Azadî şehîd namirin.\\\"
DEMÎRTAŞ: GELÊ KURD BIRYARA AŞTIYÊ DA, DOR YA WE YE
Hevserokê
Giştî yê BDP\\\'ê Selahattîn Demîrtaş jî anî ziman ku bi 100 salan e gelê
kurd her roj û her saet êşê dijî û wiha got: \\\"Gund bi gund, kolan bi
kolan gelê me bi îşkencê hatiye dorpêçkirin. Îro jina kurd li hemû
rojhilata navîn bûye meşaleya ronahiyê. Em dema vê êşê dijîn divê em
pêşeroja xwe bibir bînin û pêşerojê bijîn. Berê cihê jina kurd li ser
sifrê tune bû. Lê îro 3 jinên kurd nîşan dide ku dê çawa şoreş pêk bê.
Silav ji şoreşgerên jin û dayikên aştiyê. Ew şoreşgerê li dijî
serdestiya zilam û feraseta mêr têkoşîn dan. Ger ku îro em li vê qadê
bin em bi xêra we ne. Ev têkoşîna we tekoşîna gelê kurd e. Ev têkoşîn bi
berxwedana 3 jinên kurd pêş ket. Ger ku dê li vî welati azadî û aştî
pêk bê divê em weki wan bijin. Ger ku hewce be divê em wekî wan bi
tekoşinek demokratîk û şoreşger bimirin û aştiyê bînin vî welatî. Em ji
hemû gelê kurd, tevgera azadiyê û malbatên wan re serkaxiyê dixwazin.
Êdî wateya gotinê nemaye. Êdî dema pratîk û kar e. Dem dema têkoşîna ji
bo aştiyê. Ger ku em bixwazin li nirxê xwe xwedi derkevin. Divê em bi
sebr û awil û wêrek tev bigerin. Di van rojên ku operasyonên qederê li
ser me tên meşandin em biryara gelê kurd tînin ziman. Gelê kurt tu carî
ji aştiyê nereviya û paşve gav neavêt. Tu kes nikare bêje gelê kurd
aştiyê naxwaze. Kes bila neheqiyê li gelê kurd neke. Gelê kurd dema di
rojên bi êş û ewladê xwe binax kir dîsa sonda tolhildanê nexwar. Her tim
ji bo aştiyê kir qerîn. Dê gelê cihanê û kengî fam bike ku gelê kurd çi
dixwazin. Em her tim li pişt gelê xwe ne. Me soza azadiyê û aştiyê daye
gelê xwe. Ev ax tîyê aştî û azadiyê ye. Di vê pêvajoyê de tu kes nikare
gelê kurd bi tiştekî sûcdar bike. Tu carî me ji muzakere û aştiyê
nereviya ne. Baweriya me heta dawî heye ku em bi aştî û muzakereyan pêk
bînin. Gelê kurd li pişt hevditinên Îmraliyê le. Gelê kurd êdî dibêjin
aştî. Dibêjin em bi axaftin û niqaşkirinê dikarin pirsgirêkên xwe
çareser bikin û xwînê rawestînin.\\\"
\\\'DI ROJÊN AŞTÎ TÊ AXAFTIN DE LI QANDÎLÊ BOMBE TÊN BARANDIN\\\'
Demîrtaş,
di berdewama axaftina xwe de helwesta hikûmetê rexne kir û wiha
berdewam kir: \\\"Em gelê xwe ewlehiya aştiyê dibînin. Em dibêjin gelê kurd
daxwaza xwe ya aştiyê bi vî rengî datîne holê. Ka baweriya we ya aştiyê
çiye. Qada Amedê û gelê kurd di rojên xwe yên herî bi êş de di merasima
cenazeyan de jî baweriya aştiyê dide. Ger ku hûn dixwazin li ser ruyê
vê axê gul vebin û hişmendiya şer bê binaxkirin em amade bin. Fermandara
şehîdê me azadî u aştiyek bi rûmet e. Nirxên wan nirxen me ne. Em di
rêya wan de dimeşin.\\\"
EM HEMAN HESASIYETÊ JI HER KESÎ DIXQAZIN\\\'
Demîrtaş,
xwest her kes heman hesasiyetê nişan bide û got: \\\"Em di rojên ku aştiyê
diaxivin de li morga Meletiyê 11 cenaze hene. Li Qandîlê bombe tê
barandin. Li qandîlê 7 cenaze hene. Reng û êşên hesir û dayikan tev wek
hev. Gelê kurd wêrek e û ji bo vê yekê aştiyê dixwaze. Ger ku hûn jî
werêk bin hûn jî aştiyê bixwazin. Hodrî meydan. Divê her kes van dîmenan
baş fam bike. Em li peş çareseriya Brêz Ocalan in. Ev daxwaza we ya
aştiyê u çareseriyê dê biherike Dêrsim, Mereş û mêrsînê. Bi milyonan di
riya we dene. Hûn aram di gorê xwe de razên. Ronîkirina qetilkirina we û
dîtina qatilê we deynê me ye. Ger ku pêvajo bi ewlehi pêş bikeve divê
her kes kujeran ronî bike. Dêdî dora muhatabê me û ewropayê ye. Gelê
kurd ne berxê ber kêrê ye. Bi rêxistin û xwedî vîn e. Ez li hemberî hemû
şehîdên xwe soz didim ku em dê bi dil û can têkoşîna we berdewam bikin.
Em dê têkoşîna Sakîne Fidan û Leyla berdewam bikin.
TUNCEL: GULE BERDAN TEKOŞÎNA AZADIYÊ
Parlamentera
BDP\\\'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî axivî û wiha got: \\\"Ew ne tenê
Sakine, Fidan û Leyla ne. Ew milyon in. Kesên gule berdane, ne tenê gule
berdane Sakin, Fidan û Leylan. Wan gule berdane milyonan. Em di rêya
Sakine Cansiz de dimeşînin. Sakine Cansiz li Zindana Amedê tû ruyê
îşkence û celadan kirine. Em jî li vir tû ruyê kujer û celadan dikin. Ev
gule berdane têkoşîna azadiya kurdan. Ev gule berdana biratiya gelan.
Kesên ku naxwazin li Tirkiyeyê kurd, ereb, tirk, çerkez û laz bi hevre
bijîn ev qetilkirin pêk anîn. Lê biha her kes zanibe dê teqez aştî azadî
û aramî bi ser bikeve. 3 şitlên azadî ji bo komara demokratîk û
Tirkiyeyek demokratîk têkoşiyan. Em soz didin wan ku em jî tê têkoşîna
wan berdewam bikin. Em dixwazin demek berî demekê qatil bên dîtin û
darizandin. Em ji himûmeta Tirkiyeyê jî dixwazin ku ji bo kujer bên
dîtin û buyer ronî bibe di nava hewldanan de be. Ger ku Tirkiye vê
komkujiyê ronî neke ew jî dê berpirsiyar be. Têkoşîna we têkoşîna me,
armanca we armanca me ye. Em soz didin heta dawî em dê meşale û têkoşîna
we bilind bikin. Em dê têkoşîna we ya azadiyê ji her demê bêtir xurt û
biryar bilind bikin.\\\"
BAYDEMÎR: WE TÛ RUYÊ ÎŞKENCEYÊ KIR AMEDÎ JI TÛ RUYÊ CELADAN DIKIN
Şaredarê
Bajarê Mezin ê Amedê Osman Başdemîr jî diyar kir ku îro Amed Paytexta
azadî, aştiyê ye û wiha axivî: \\\"Îro şîn e. Îro şîna miletê mazlum şîna
miletê kurd e. Îro bi 100 hezaran miletê kurd li qada Azadiyê ewladê xwe
pêşwazî dike. Amed ez bejna xwe li hizûra we li ber hemû kedkarên
azadiyê ditewînim. Ji bo min û ji bo Amed mazuvaniya herî zahmet û zor
e. Ji ber me soz û qewl dabû hev. Xwişka Sakine, Fidan û Leyla dê
bihatana Newroza Amedê. Lê mixabin îro em bi awayeki din mêvan dikin.
Xwişka Sakîne, te li Zindana Amedê li gel Mazlum Dogan, Kemal pîr tovê
jiyanê avêt erê. We tû ruyê îşkenceyê kir. Îro baş zanibe ku ew bajarê
Amedê u Zindana Amedê ku we tavê jiyanê avêt bûye daristana aştî û
azadiyê. Her bijî ji tere û ji heval û hogirê tere u her bijî ji
berberxwedane. Xwişka Sakîne neviyê Seyit Riza ye. Te ala Seyit Riza
hilgirt û heta îro anî. Em jî soz didin ku ev al heta aştiyek bi rûmet û
gelê kurd azad bibe em dê danexin xwar. Heta azadî, wekkeviyek bi rûmet
em di rêça we dene. Îro şîn e. Lê îro 17\\\'ê mehê ye. Îro rojbûna xwişka
Rojbîn e. Me soz dabû hev ku dê bihatana Amed û li Newrrozê em dê bi
hevre bûna. Lê bawar bike xwişka Rojbîn û Fidan îro me vir kir qada
Newrozê. Xwişka Leyla neviya Sêx Seîtê Kal bila baş zanibe ku îro di
dimê milyonan gelê kurd de ye. Bila zanibin ku bi milyonan komkujiyê
şermezar dikin.\\\"
\\\'HER KU HÛN YEK JI ME BIKUJIN EM BI 100 HEZARAN ZÊDE DIBIN\\\'
Baydemîr,
bang li hemû gelê cîhanê u zilmkaran kir û wiha dawi li axatina xwe
anî: \\\"Her ku hûn yek ji me bikujin. em dê bi 100 hezaran zêde bibin. Em
dê bi 100 hezaran sêde bibin. Riya şehîdê kurdistan vekiriî be. oxira we
ya xêrê be. Hûn bi xêr û xwexşi hatin Baytexta xwe. Amed û ez bi dil û
can û bi hurmet li ber keda we û têkoşîna we û li ber hêzirê çavê
dakiyan ditawînim. Ez heta aştiyek bir ûmet û azadiyê ez bi gelê xwe re
me û em di xizmeta we dene. \\\"
Malbatên Leyla, Sakîne û Fidan jî
axaftin kir û spasiya xwe ji gelê Amedê re anîn ziman. Pişti axaftinan
disa darbestên 3 jinên kurd li ser milan hatin wergirtin. Cenaze dê di
saetên pêş de ber bi bajarên wan ve bên birêkirin. Bi 100 hezaran
cenazeyan ber bi Dêrsim, Elbîstan û Mêrsînê bi rê dikin.