Ji bo HDP’ê û Demîrtaş li Darmstadtê stand hate vekirin

Li Darmstadtê têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê bi armanca piştgirkirinê ya ji bo HDP’ê û namzetê serokkomariyê y Selahattîn Demîrtaş standa agahdarkirinê hate vekirin.

Li Darmstadt a girêdayî eyaleta Hessen a Elmanyayê têkildarî hilibijartina 24’ê Hezîranê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê standa aghadarkirinê hate vekirin. Li standa agahdarkirinê ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a li Qada Lûîse Platzê hate vekirin, wê heta saet 19:00’an dom bike.

Di standa têkildarî hilbijartina Parlemeter û 27’emîn Dema Serokkomariyê, nameya namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Demîrtaş hate xwendin. Her wiha têkildarî hilbijartinê bi sedan belavok hatin belavkirin, bi zimanê Elmanî anons hatin kirin û welatî hatin agahdarkirin. Wê li Qada Lûîsen Platzê sibe saet 15:00 hata 17:00 standa hilbijartinê bê vekirin.