Ji bo grevên birçîbûnê li Hambûrgê stant hate danîn

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, ji bo berxwedana grevên birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, stant hate danîn.

Stant ji aliyê Însiyatîfa Hambûrgê ya bi navê "Li dijî tecrîdê em jiyanê biparêzin" hate danîn, belavok hatin belavkirin û li ser berxwedana grevên birçîbûnê agahî hatin dayin.

Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr hate ber standê û li vir axivî. Ozdemîr diyar kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e û bêdengiya dewleta Elman, welatên Ewropayê û CPT şermezar kir. Cansû diyar kir, eger mirov di çalakiyê de jiyana xwe ji dest bidin wê CPT ji vê berpirsyar be.