Ji bo grevên birçîbûnê bişkînin her zextê dikin

Grevên birçîbûnê yên ji bo ku tecrîd bi dawî bibe kete roja 19'an. Hevberdevkê TUAY-DER'ê Abdulmenaf Kur got, rêveberiyên girtîgehan ji bo ku grevê bişkînin her zextê dikin.

Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin ji 27'ê Mijdarê ve, ev 19 roj in ketine greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger. Greva birçîbûnê ya 6 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê, ya bêdem û bêdorveger kete roja 43'yan.
Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven kete roja 38'an. Hevberdevkê TUAY-DER'ê Abdulmenaf Kurd ji ANF'ê re axivî û got, li girtîgehên ku grevên birçîbûnê lê hene rêveberiyên girtîgehan gelek zext û zordariyan dikin.

BI HÎSA TOLHILDANÊ NÊZÎ GIRTIYAN DIBIN
Kur diya kir, malbatên girtiyan binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji komeleyên wan re ragihandine û diya kir, nexasim li girtîgehên Patnos, Dîlok, Manîsa, Tokat û Boluyê rêveberiyên girtîgehan bi hîsa tolhildanê berê xwe didin ser girtiyan. Kur wiha axivî: ''Em bi problemên girtîgehan re têkildar dibin. Lê em dikarin bibêjin di vê pêvajoyê hewldanên me yên ji bo binpêkirina mafan tiştekî bi ser naxin. Ji ber ku em têne astengkirin. Mînak li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê grevên birçîbûnê hene. Li gorî malbatan gotî rêveberiya girtîgehê bersivê nade hewcehiyên girtiyan. Rêveberiya girtîgehê ku li ber hevdîtinan jî astengiyan derdixin, bi berxwedana malbatan neçar dimînin ku bi paş ve gav bavêjin.''
Kur diyar kir vîtamînên B û B1 nadin çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û domand, ''Ne vîtamînan didin û ne jî hewcehiyên kantînê yên girtiyan têne dabînkirin. Bi vê dixwazin ku girtî dev ji grevê biqerin. Lê girtî biryardar in û bi bawerî dibêjin, ew ê dev ji grevê neqerin. Em jî heta ku ji dest me tê em hewl didin ku ji malbatên girtiyan re bibin alîkar.''