Ji bo girtiyên ATÎK'ê banga piştgiriyê hate kirin

Platforma Kampanya 'Êdî Bes e', ji bo girtiyên ATÎK'ê yên li Munchenê bên darizandin banga xurtkirina piştevaniyê kir.

Platforma Kampanya 'Êdî Bes e' daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta Elman ji bo rewatiya têkoşîna rizgariya civakî û neteweyî bitepisîne û piştgiriya li Ewropayê ji vê têkoşînê re tê dayin bibire, êrîşên xwe yên li dijî şoreşger û pêşverûyan roj bi roj giran dike.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku roja 15'ê Nîsana 2015'an bi pêşengiya Elmanyayê li gelek welatên Ewropayê operasyon hatin kirin û di encamê de 10 endam û aktîvîstên ATÎK'ê hatin binçavkirin. Platformê da zanîn ku ji 17'ê Nîsana 2016'an û vir ve aktîvîstên navborî li dadgeha bilind a eyaletê ya Munchenê tên darizandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji belgeyên li rûniştinên dozê hatin eşkerekirin û li çapemeniyê hatin weşandin tê fêhmkirin ku doz bi daxwaza dewleta Tirk hatiye vekirin û hat gotin, "Faşîst R. T. Erdogan bi awayekî vekirî dibêje ku wan dosyayek ji navê 4500 kesî dane Merkel. Ji pêşnûme pirsan jî eşkere bû ku wezaretên edaletê, rêxistinên polîsan û rêxistinên îstîxbaratê yên dewletên Elman û Tirk di vê dozê de bi hev re dixebitin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Platform ji roja destpêkê ve piştgiriyê dide Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) û diyar kir ku 15'ê Kanûna 2017'an wê li ber dadgeha eyaletê ya Munchenê mîtîngeke hevpar a piştevaniyê li dar bixin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Platforma Kampanya Êdî Bes e, em bang li her kesî dikin ku tevlî vê mîtînga hevpar bibin."

Mîtîng wê roja 15'ê Kanûna 2017'an saet di 11:30 de li navnîşana Nymphenburgerstrasse 16 Munchenê were lidarxistin.