‘Ji bo girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr azadî’

Endamên ÎHD’ê di rûniştina xwe ya ‘Rûniştina F’ ya li Stenbolê de bal kişand ser rewaş girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr û daxwaza azadiya wî kir.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş lidar dixin, di hefteya 45’emîn de li ser medya dijîtal domand. Endamên komîsyonê, di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Cîhat Ozdemîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye.

Daxuyaniya ku hatibû amedekirin ji aliyê parastvana mafê mirovan Nûr Surer ve hat xwendin. Surer, diyar kir ku bi pêvajoya vîrûsa koronayê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û wiha got: “Agahiyên mirinên ku ji girtiyan tên jî binpêkirinên li girtîgehan piştrast dikin. Heke ku bergirî bihatina girtin belkî ev mirin çênebûna jî. Ji ber vê divê ev mirin weke cînayet bên pênasekirin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku mafê girtiyan biparêzin û cînayetên girtiyan rawestînin.”

Piştî van bertekên xwe Surer bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cîhat Olmez û diyar kir ku gelek nexweşiyên Olmez hene û herî dawî beriya 2 salan teşhîşa nexweşiya pençeşêrê li Olmez hatiye kirin û ev tişt got: “Pençeşêr derbasî mêjî, gurçik û hêlikê wî bûye. Ji ber nexweşiyên zêde û giran Olmez timik bi ser hişê xwe ve diçe. Jiyana xwe bi alîkariya hevalên xwe didomîne. Ji ber pêvajoya pandemiyê tedawiya Ozdemîr hatiye asta rawestandinê. Ev jî li ser mafê jiyana wî gefeke mezin e. Divê demildest Ozdemîr bê berdan.”