Ji bo girtiyê nexweş Avci, çalakiya bi kefen û darbestê

Ji bo girtiyê nexweş Avci, çalakiya bi kefen û darbestê

Malbatên TAYAD'î, ji bo serbestberdana girtiyê nexweş Kemal Avci li ber mizgefta Şîşlî çalakiya bi kefen û darbestê lidarxistin. Avci yê nexweşê kanserê, îro danê sibê ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê rakirin Fakulteya Tipê ya Edîrneyê.

Ji bo rewşa girtiyê nexweş Kemal Avci yê her roj rewşa wî girantir dibe vebêjin, malbatên TAYAD'î xwest ji mizgefta Şîşliyê heta qada Taksîmê belavokan belav bikin, lê li astengiya polîsan rast hatin.

Malbatên TAYAD'î, ji bo balê bikşînin ser polîtîkayên mirinê yên hikûmeta AKP'ê li dijî girtiyên nexweş dimeşîn, kefenên spî li xwe kirin û bi armanca protestokirina vê pêkanîna kêfî, bi awayekî sembolî li dora darbestê xwe li erdê dirêj kirin.

Malbatên TAYAD'î gotin "Em bi kefenê xwe ketine ser vê rê. Çawa ku me Guler Zere, Yasemîn Karadag û Mete Dîş ji hucreyên zilmê rizgarkirin, emê Kemal Avci jî ji nava lepên faşîzmê derxînin û rizgar bikin."

DERMANKIRINA AVCI TÊ ASTENGKIRIN!

Malbatên TAYAD'ê ku ji bo serbestberdana girtiyê nexweş Kemal Avci her roja Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê lidar dixin, li ber mizgefta Şîşliyê çalakiya bi kefen û darbestê pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bila Kemal Avci were berdan", "Bese ji tecrîdê re", "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" hatin qêrin. 

Li ser navê malbatan, endamê TAYAD'ê Nûrî Cîhan Yandi daxuyanî xwend û bibîr xist ku Kemal Avci yê 26 salî, salên xwe yên herî bedew ên temenê xwe di hucreyên tecrîdê de bi awayekî xweş bihurand. Yandi diyar kir ku Avci di 10'ê Kanûna sala 2013'an de dema xwedî li şoreşgerekî ku polîsên AKP'ê hewl didan bi êşkencê wî bikujin derdiket, hat binçavkirin. Yandi da xuyakirin ku Avci di 13'ê Kanûnê de hatiye girtin û 8 mehan di hucreyên tecrîdê de hatiye ragirtin. Yandi ragihand ku ji ber şertên giran ên tecrîdê, ulsera meydê Avci veguheriye kanserê, lê li gel vê rewşa giran jî bi heman e nayê dermankirin.

ME BI KEFENÊ XWE KETIN VÊ RÊ!

Yandi got, "Eme di her şert û mercî de xwedî li zarokên xwe derketin, emê xwedî li wan derkevin. Em bi kefenê xwe ketin vê rê, kes nikare me jê vegerîne. Çawa kuk me Guler Zere, Yasemîn Karadag, Mete Dîş ji wan hucreyên zilmê derxistin, emê Kemal Avci jî ji nava lepên faşîzmê rizgar bikin."

Piştî daxuyaniyê, girseya gel xwest heta qada Taksîmê belavokan belav bike, lê polîsan destûr nedan. Malbatên TAYAD'î bi armanca şermezarkirina vê pêkanîna kêfî, li dora darbesta sembolîk a bi kevnikê sor, xwe li erdê dirêj kirin û sirûdên şoreşgerî hat xwendin. Malbatên TAYAD'î piştî ji qadê çû, balkêş bû ku polîsan demeke dirêj xwe nêzî darbesta li erdê bikira.