Ji bo gerîlayên PKK’ê mewlûd

Ji bo gerîlayên PKK’ê mewlûd

Ji bo 9 gerîlayên PKK’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji destdane û cenazeyên wan demek berê li ‘Şehîtgeha Şehîd Harun’ hatin definkirin, mala sersaxiyê hat vekirin.

Gêrîlayên PKK’ê yên bi navê Murat Baran (Bawer), Ugur Bîlîr (Tofan Tolhildan), Nalan Alici (Arjîn Amed), Hîkmet Yildenîz (Aladîn), Fereç Kizilkaya (Ferman), Hakî Kizilkaya (Ozgur Devrîm), Mizgîn Tekîn (Sîpan), Mehmet Alakuş (Xebat) û Ramazan Polat (Şexmus) yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û li ‘Şehîdgeha Şehîd Harun’ hatibûn definkirin. Piştî cenaze hatin definkirin, ji bo 9 gêrîlayên PKK’ê li Mala Qulpiyan a Sersaxiyê ya li navçeya Rêzana Amedê sersaxî tên qebûl kirin. Di mala sersaxiyê de posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 9 gêrîlayên PKK’ê, alên KCK û PKK’ê hatin daliqandin.

Di sersaxiyê de birayê Murat Baran (Bawer) Ekrem Baran axivî û ji malbatên gerîlayan û ji gelê Kurd re sersaxî xwest û ev tişt got: “Divê gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derkeve. Şehîdên me bi piştgiriya gelê Kurd têkoşîna xwe dan meşandin û şehîd ketin. Eger em xwedî li egîdên xwe dernekevin ev têkoşîna ku em didin meşandin dê vala biçe.”

wê mala sersaxiyê ya ji bo 9 gêrîlayên PKK'ê 3 rojan vekirî bimîne.