Ji bo gerîlayê HPG'ê Akkoyûn mala sersaxiyê

Ji bo gerîlayê HPG'ê Akkoyûn mala sersaxiyê

Ji bo gerîlayê HPG'ê Fehmî Akkoyûn ê di sala 2012'an de li Herêma Kato Jîrka ya Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da, li bajarokê Hêşotê yê navçeya Sêrt Berwariyê mala sersaxiyê hat avakirin.

Ji bo endamê HPG'ê Fermî Akkoyûn bi nasnav Bawer Oremar, ku di 9'ê Tebaxa 2012'an de li Herêma Kato Jîrka ya Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da li Bajarokê Hêşatê yê navçeya Sêrt Berwariyê mala sersaxiyê hat vekirin. Piştî duh mala sersaxiyê hat avakirin, şaredar, rêveber û endamên BDP'î û gelek nûnerên saziyên civakî çûn serdanên sersaxiya malbatê. Girseya ku mala sersaxiyê ziyaret kir ji bo kesên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin û axaftin hatin kirin. Serdana mala sersaxiyê berdewam dike.