Ji bo gelê Rojava dê hefteyê 2 rojan deriyê Akçakaleyê vekirî be
Ji bo gelê Rojava dê hefteyê 2 rojan deriyê Akçakaleyê vekirî be
Ji bo gelê Rojava dê hefteyê 2 rojan deriyê Akçakaleyê vekirî be
Rêxistina BDP'e ya Rihayê dê roja pêşnceyê di deriyê Sînorê Akçakaleyê re 16 kamyon alîkarî bişîne ji gelê Rojava re. Rêveberê BDP'ê yê Rihayê Mehmet Çiçek, diyar kir ku dê her hefte roja çarşem û pênceşê deriyê sînor ji bo tevkariya gelê Rojava vekirî bimîne. li Wêrnşar, Dêrikê jî bo tevkariyê alîkarîhat komkirin.
WÊRANŞAR: Rêxistina BDP, KCD û nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên Wêranşarê di çarçoveya tevkariya gelê Rojava de rûn, şekir, savar, arvan û malzemeyên xwarinê kom kirin. Zexîreyên tevkariyê ku ji ji gundên derdorê anîn li taxa kişlayê kom ko m kirin dê bibin herêma Rojava
DÊRIK: Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî Rojava bi şîara "Gelê Dêrikê Gelê Rojava silav dike" kampanya tevkariyê dan destpêkirin. Di çarçoveya tevkariyê de TIR'ek zexîre hat komkirin û ji bo bişînin Rojava TIR şandin Nisêbînê.
RIHA: Piştî bi Waliyê Rihayê u Qeymeqamê Akçaleyê re hevdîtin hatin kirin û şûnde ji bo tevkariya Gelê Rojava dê roja çarşem û pêncşemê deriyê sînor ê Akçakaleyê vekirî bîmîne. Piştiî derî ji bo alîkariyê hat vekirin ji bo hevkarî û tevkariya gelê Rojava zexîreyên ku tên komkirin li naveya Pirsûsê ya Rihayê tên komkirin. Rêveberê BDP'ê yê Rihayê Mehmet Çiçek, diyar kir ku dê her hefte roja çarşem û pênceşê deriyê sînor ji bo tevkariya gelê Rojava vekirî bimîne. Çîçek, da zanîn ku hefteya borî 5 kamyon û TIR'ek alîkarî şandin û vê pênceşê jê 16 kamyonên ku ji Amed, Mûş, Agirî û navçeyên wan hatine bişîn Rojava.