Ji bo festîvalê bang: Bi tevlîbûna berfireh em bersivê bidin faşîzmê

Komîteya Amadekar a 25. Festîvala Çanda Kurd a navnetewî diyarkir ku bi tevlîbûna berfireh a ji bo festîvala sibê wê ji bo faşîzma AKP’ê bibe bersivek.

Îro têkildarî 25. Festîvala Çanda Kurd ku di 16’ê Îlonê de li Kolnê were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî hate dayîn.

Daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Festîvalê ve hatî dayîn wiha tê gotin; “Îro medya şerê taybet a Tirk bi nûçeyên derew û manîpule, bi rêbazên şerê taybet êrîşî 25. Festîvala Çanda Kurd a Navnewî dike. Pêwîste hemû kes bizane destkeftiyên me yên ku ev 40 sal e bi dayîna bedelan û azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor a ku em dev jê na berdîne. Em dizanin ku gelê me yê welatparêz û dostên me ref bi ref wê werin festîvala 16’ê Îlonê ya li bajarê Kolnê û wê bi coşekî mezin pîroz bikin.”

‘DIXWAZIN KRÎMÎNALÎZE BIKIN’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Medyaya şerê taybet ê dîktator Erdogan ku heta roja me ya îro sepandina têkiliyên qirêj yên Tirk-Elman, hewldanên krîmînalîzekirina aktivîteyên saziyên Kurdan ê li Ewropayê vala ne.

Di destpêkê de gelê Elman û hemû mirovahî dizane ku Erdogan xelîfeyê DAIŞ’ê ye û nûnerê kujer û dijminê mirovahiyê ye.

Tê zanîn ku hikûmeta Merkle bi salane piştgiriyê dide dîktatoriya Erdgoan û ji bo hemû politîkayên qirêj ên şer re çavê xwe girtiye. Ji ber vê ev 25 sal e ku her sal Festîvala Çand Kurd ku tê lidarxistin, bi pêkanînên kêfî û bi biryarên siyasî dixwazin tevlîbûna ji bo festîvalê û bi coş pîrozkirinê asteng bike.

‘NIKARIN TEVLÎBÛN Û COŞA ME ASTENG BIKIN’

Li rexmê van tiştan gelê me yê berxwedêr û fedakar wê roja 16’ê Îlonê li Kolnê bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî’ wê Kolnê bikin qada serhiladê. Ti hêz û siyaseta qirêj wê li pêşiya tevlîbûna gelê me û bi coş pîrozkirina festîvalê nebe asteng.

Em weke Komîteya Amadekar û NAV-DEM’ê hemû amadekariyên teknîkî hatine çareserkirin û bi taybet tevlîbûna gelê me û dostên me ya îsal di asta herî jor de, wê ji bo dîktatoriya Erogan û hikûmeta Erdgan bibe bersivek mezin.

Di arîfeya festîvalê de êrîşên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk, tevlîbûna ji bo festîvalê girîngtir kiriye. Nêzîkatiya tolhildan, faşîst, nîjadperstî, bê exlaqî ya li dijî cenazeyê Dayîka Taybet û Hatûn, nêzîkatiya li hember gelê Kurd e. Bersiva ku em bidin bloka faşîst a AKP-MHP’ê, xurtkirina berxwedanê, di asta herî jor de tevlîbûna ji bo festîvala sibê ye.

BANG

Ji ber vê di destpêkê de em bang li gelê Kurd, hemû şoreşgeran, demokrat, sosyalîst, hemû saziyên baweriyê, antî-faşîstan, antî-qapîtalîstan, tevgerên jinan, jîngeparêz, tevgerên ciwanan bi reng û coşa xwe tevlî festîvalê bibin, dikîn.”