Ji bo fermandarê YPG’ê Cesûr Roboskî mewlîd hate dayîn
Ji bo fermandarê YPG’ê Cesûr Roboskî mewlîd hate dayîn
Ji bo fermandarê YPG’ê Cesûr Roboskî mewlîd hate dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Cesûr Roboskî (Nebî Encu), yê di 25'ê Mijdara 2013'an de jiyana xwe ji dest da, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî mewlîd hat dayîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), endamê Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nebî Encu bi nasnav Cesûr Roboskî ku di 25’ê Mijdara 2013’an de li Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê di encama operasyona şoreşgerî ya "Şehîdên Til Temirê" de jiyana xwe ji dest dabû, bi dayîna mewlîdê hat bîranîn.
Di sibeha 26’ê Mijdarê de li Saziya Malbatên Şehîdan sînevîzyonek li ser jiyana şervanê YPG’ê Cesûr Roboskî hate nîşandan. Di heman rojê de danê êvarê di demjimêr 15:00’an de li mala birayê wî Niyazî Roboskî mewlîd hate dayîn.
Destpêkê mewlîd ji aliyê mamoste Mela Elî ve hate xwendin û li ser giyanê hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêzê hate girtin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sofî Gundikî li ser girîngiya cangoriyan axaftin kir.
Li ser navê Meclîsa Gel a Wargehê jî Heqî Sêrt axivî. Heqî Sêrt got, “Em li ser şehîdan çi bêjin, em nikarin mafê wan bidinê. Nikarin şehîdan vebêjin. Em jî demekê li gel hevalê Cesûr mabûn. Hevalê Cesûr bi rastî jî di hevaltiya xwe û fedekariya xwe de hevalekî nimûne. Hevalekê bi biryar bû. Wê demê hevalekê pir ciwan jî bû, lê sekna wî di jiyanê de di asta têkoşînê de bi rûmet bû. Bi rastî em ji hevalê Cesûr têr nebûn.”
Heqî Sêrt di dawiya axaftina xwe de dibêje, “Serê gelê Kurd sax be, serê malbatê sax be û em dibêjin şehîd namirin.”
Piştî axaftina Heqî Sêrt li ser navê malbatê birayê Cesûr, Niyazî Roboskî axivî û got: “Serê gelê Kurd sax be, serê Serokatî sax be, serê rêhevalên wan sax bin, serê gelê hazir sax be. Hûn bi xêr hatin ser seran û çavan. Mirov ji bo şehîdan çi bêje kêm e, tişta ku dikeve ser milê me ew e ku xwedî li bîranîn û doza şehîdan derkevin. Mirov li pey xeta Serokatî daniye biçe û bigihê serketinê.”
Piştî axaftinên hatine kirin, siloganên ‘Bijî Serok Ap’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana Kobanê’ hatin qîr kirin û xwarina hate dayîn û mewlîd bi dawî bû.