Ji bo Feleknas Ûca ji Serokê Parlementoya Ewrûpayê re name
Sosyalîstên Parlementoya Ewrûpayê û Alîkarê Serokê Grûba Demokratan Josef Weîndenholzer ji bo Parlamentera Amedê ya HDP’yî Feleknas Ûca nameyek ji Serokê Parlementoya Ewrûpayê re şand.
Sosyalîstên Parlementoya Ewrûpayê û Alîkarê Serokê Grûba Demokratan Josef Weîndenholzer ji bo Parlamentera Amedê ya HDP’yî Feleknas Ûca nameyek ji Serokê Parlementoya Ewrûpayê re şand.
Di nameyê de bal hat kişandin li ser astengkirina Ûca ya ji bo derketina derve.
Di nameya manşeta wê ‘lezgîn’ de ya ji bo Serokê Parlamentoya Ewropayê Antonîo Tajanî de hat gotin ku dest hatiye danîn li ser pasaporta Ûca a Tirkiyeyê û pasaporta wê ya Elman jî nehatiye qebûlkirin.
Weîdehzolzer diyar kir ku Ûca hê jî hemwelatiyê Elmanyayê ye û rewşa endamê berê yê Parlementoya Ewropayê Joost Lagendîjk ji bo ketin û derketina Tirkiyeyê heman pirsgirêk pêk hatibû.
Josef Weîdenholzer bang li Serokatiya Parlementoya Ewropayê kir ku di vê mijarê de hestiyar be û bikevin nava tevgerê.