Ji bo Êzidiyan divê Swêd alîkariya leşkerî bide Kurdan
Parlamenterê Partiya Lîberal Fredrîk Malm ji ber salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê gotarek nivîsand û ji Swêdê xwest, alîkariya leşkerî bide Kurdên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.
Parlamenterê Partiya Lîberal Fredrîk Malm ji ber salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê gotarek nivîsand û ji Swêdê xwest, alîkariya leşkerî bide Kurdên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.
Parlamenterê Partiya Lîberal Fredrîk Malm ji ber salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê gotarek nivîsand û ji Swêdê xwest, alîkariya leşkerî bide Kurdên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.
Malm bibîr xist, ku jin û zarokên Şengalî yên ji bo xwe ji êrîşên DAIŞ'ê rizgar bikin reviyan çiyayê Şengalê, ji tîna û germa dijwar jiyana xwe ji dest dan. Malm destnîşan kir ku hêzên YPG'ê korîdor vekirin û jiyana bi hezaran Êzidiyan rizgar kirin.
Di dewama nivîsa xwe de Malm got, "Lê belê gelê Êzidî li Sîncarê man. Ew bûn esîrê Dewleta Îslamê. Cîhadperestan ji bo mejiyê zarokên mêr bişon, ew ji malbata wan qut kirin. Keç jî bûn koleyên seksê. Yên nexwestin tevlî Îslamiyetê bibin, hatin kuştin. Êzidî bi sedan salan bûn hedefa êrîşên Misilmanan. Ew bi perestina şeytên sûcdar kirin, lê belê ev îdîa bi temamî şaş e." Malm bibîr xist, ku DAIŞ'ê di heman demê de êrîşî hindikahiyên Xiristiyan Asûrî-Suryanî, Keldanî û Şîa jî kirin.
Malm diyar kir, tevî ku Şengal ji DaIŞ'ê hatiye paqijkirin, hêzên Kurd li herêmê serdest bûne û Xalîfetiya DAIŞ'ê di sala 2014'an de îlan kir deriziye jî, hê Mûsil a 1 mîlyon mirov lê dijîn û Deşta Nînovayê di bin kontrola DAIŞ'ê de ye. Malm ji dewleta Swêdê xwest, van daxwazan bi cih bîne:
Ji bo zarokên keç û xort ên Êzidî yên azad bûne, li Swêdê siberojekê amade bikin. Li gorî peymanên penaberiyê, Swêd her sal 5 hezar penaberên ji kampên Neteweyên Yekbûyî vedihewîne. Divê beşek ji vê kotayê ji bo zarokên keç û xort ên beriya niha ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin bê veqetandin. Bi xwînxwarî êrîş li van zarokan hatin kirin. Swêd dikare, alîkariyeke zêdetir a psîkolojîk û civakî bide van.
Desteka Swêdê ya ji bo koalîsyona leşkerî ya li dijî Dewleta Îslamê zêde bikin. Divê Swêd ne tenê pisporan bişîne ji hêzên Kurd re. Pêwîste hîn bêhtir alîkariyê bike, mînak; divê alîkariya alavên li dijî madeyên teqemeniyê, çek û cebilxaneyan bike. Biçekkirina hêzên li herêmê şer dikin, wê jiyana gelek mirovan rizgar bike.
Dewleta Îslamê bi hezaran jinên Êzidî weke koleyên seksê bi kar anîn. Hin ji wan reviyan an jî hatin rizgarkirin. Gelek ji wan ji ber destavêtinê ducanî man. Mejiyê gelek zarokên mêr hat şuştin. Gelekî girîng e ku desteka psîko-sosyal ji van re bê dayîn û ev travma ji ser wan bê rakirin.
Malm di gotara xwe de destnîşan kir, ku hikûmeta Swêdê ya ku di polîtîkaya derve de xwe weke femînîst pênase dike, eger ji dil be divê vê yekê bixe meriyetê û herî dawî got, "Divê ev dojeha Dewleta Îslamê li ser Êzidî û bi mîlyonan mirovan ferz dike, bê qedandin."