Ji bo erdhejzedeyan li Torontoyê şeveke piştgiriyê hate lidarxistin

Ji bo mexdûrên erdhejê yên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Toronto yê Kanadayê şeveke piştgiriyê hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, ji bo erdhejzedeyên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê şeveke piştgiriyê li dar xistin.

Şev ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk li Toronto, Toronto Kûrdîsh Hoûse û Federasyona Kanadayê ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de peyama "Em birînên xwe bi piştevaniyê bipêçin" hate dayin û hat gotin ku ev karê wan ê piştgiriyê wê bidome.

Di çalakiyê de Ûmût Zafer, Alî Zandî û koma wî û Azîta derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Hatina ji vê çalakiyê wê bigihêje hewcedarên ku zerar ji erdhejê dîtine.