Ji bo Erbaşê 16 salî ku leşkeran kuştî, bang

Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD'ê bang kir ku derheqê wan leşkeran ku Ozcan Erbaş ê 16 salê kuştibûn lêpirsîn were destpêkirin.

Komîsyona Mafê Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkilî Ozcan Erbaş ê 16 salî ku li Colemergê hatî kuştin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin Erbaş bi 3 hevalên xwe re ji bo geştê û berûyan bide hev digeriyane, wê gavê bi guleyeke ku ji ser xeta sînor hatiye avêtin hatiye kuştin, li gorî agahiyên ku şahidan dayî rûdan 400 metroyî dûrî sînorê Bakur-Başûr pêk hatiye, beriya ku gule were rewşandin leşkerên li ser sînor peywirdar ti hişyarî nedane.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin li bajarên Kurdistanê bi guleyên kêfî ku leşkerên Tirk davêjin gelek mirov hatiye kuştin, birîndar bûne, derheqê van mirin û birîndarbûnan de ji bo ku ti lêpirsîneke karîger, objektîf û zelal nayê kirin, pêşî li vê nayê girtin û didome.

ÎHD'ê di daxuyaniyê de got, ''Em bang dikin hemû peywirdarên cameweriyê ku ji kuştina Ozcan Erbaş berpirs in werin tespîtkirin û rapirsîneke îdarî û cezayî ya karîger were kirin.''