Ji bo doza Komkujiya 10'ê Cotmehê banga tevlîbûnê hate kirin
Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, sendîka û rêxistinên pîşeyî, ji bo rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê banga tevlîbûnê kirin.
Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, sendîka û rêxistinên pîşeyî, ji bo rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê banga tevlîbûnê kirin.
Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê (10 Ekîm-Der), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li ser rûniştina biryarê ya doza Komkujiya Enqereyê ku wê sibe dest pê bike û 3 rojan bidome, civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Civîn li Odeya Mîmaran pêk hat û ji bo rûniştina dozê banga tevlîbûnê hate kirin. Nûnerên gelek rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî tevlî civînê bûn.
Daxuyaniya hevpar a bi navê saziyan hate amadekirin jia liyê Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn ve hate xwendin.
Coşgûn diyar kir birîna ku 10'ê Cotmehê vebû ku 103 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 500 kes birîndar bûn, hîn nekewiya ye û destnîşan kir ku hêrsa wan gelekî mezin e.
Coşgûn bi bîr xist ku ji ber îstîxbarata li ser êrîşa bombeyî emniyetê ji polîsan xwestiye ku xwe biparêzin, lê belê ev agahî nedaye komîteya amadekar a mîtîngê.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên piştî komkujiyê li qada mîtîngê kirin û hate gotin, "Xwestin êş û hêrsa me bi şîdetê bitepisînin. Serokwezîrê wê wextê got, 'Piştî êrîşê dengên me zêde bûn'. Bi vî rengî nîşan da ku êrîş ji aliyê siyasî ve bi kêrî wan hatiye."
Coşgûn destnîşan kir ku bi mutaala dozgeriyê ya kêm û nayê qebûlkirin hewl tê dayin ku doz bê girtin û got, "Yên ku hewl didin bi vî rengî dozê bigirin, divê baş zanibin ku têkoşîna me ya edaletê ya ku bi rondikên çavan, bi êş û hêrsa me mezin bûye, wê qet neqede! Heta ku hemû berpirsyarên komkujiyê bên darizandin û cezayê heq dikin li wan bê birîn, doza me wê bidome."
Nûnerên TTB, KESK, DÎSK û TMMOB'ê ji bo rûniştina sibê banga tevlîbûnê kirin.