Ji bo dorpêça li Xerabê Bava were şikandin banga berxwedanê hat kirin

Koordînasyona Ciwanên Azad a Ewropayê û HDK-Fransa êrîşên li ser gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê şermezar kirin û banga berxwedanê li gel kirin.

Koordînasyona Ciwanên Azad a Ewropayê îro bi daxuyaniyeke nivîskî bang li ciwanên Kurd ên Ewropayê kir û xwest ku li dijî dorpêça dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê li cihê ku lê dijîn derkevin qadan.

Di daxuyaniya Ciwanên Azad de hate gotin: ‘’Dewleta AKP’ê ya faşîst ku hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan û mêtingeriya Kurdistanê ava kiriye, li her deverê bi awayekî faşîst êrîş dibe ser hebûna gelê Kurd.’’

Ciwanên Azad diyar kir ku dewleta AKP’ê bi berxwedana xwerêberiyê derbeke giran xwariye, bi dehan ciwanên Kurdistanê bi hovîtî hatine kuştin û li dijî vê jî berxwedaneke dastanî hatiye nîşandan.

Di dawiyê de wiha hate gotin: ‘’Em jî weke hevrêyên fermandar Çiyager, Andok, Axînan, em weke ciwanên Kurdistanê yên ku li Ewropayê dijîn û dostên wan, em ê destûr ênedin qirkirina ku dixwazin li Nisêbînê dubare bikin. Ji niha û pê de jî em ê rê nedin faşîzmê.’’

Ciwanên Szad bang li ciwanên Kurdistanê yên Ewropayê û dostên Kurdan kir li dijî qirkirinê bi lezgînî bikevin rewşa berxwedanê.

HDK-FRANSA

HDK-Fransa jî ji bo dorpêça li ser gundê Xerabê Bava daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir. 

Di daxuyaniyê hate gotin: ‘’Em bang li hemû beşên civakî yên bihîstyar, şoreşger, demokrat, xwedî ûcdan, bang li hemû sazî û dezgehan dikin li dijî vê qirkirinê, hilweşandin, kavilkirinê û şerxwazan û herêmê ber bi kaoseke mezin ve dibe têbikoşin. Em li gundê Xerabê Bava xwedî derbikevin û bêyî ku zêdetir sivîl werin kuştin bibin asteng."