Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdanên nû hatin kirin

Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk ji bo karibin roja Duşemê muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdaneke din jî ji aliyê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ve hate kirin.

Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Mehlîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtina lezgîn serî li dozgeriyê dan.

Axaftina herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re di 25'ê Adara 2021'ê de hatibû kirin, lê telefon piştî çend deqeyan hatibû birîn.

Parêzer jî piştî 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2019'an, piştre jî heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de hevdîtin kiribûn.